Ji bo şîrovekirina vir û derewên dagirkeran ne gotin têrê dikin, ne jî biwêj. Ez li kîjan biwêjê, kîjan gotina pêşiyan dinêrim, ez dibînim ku min berê jî bi kar aniye. Ez dizanim ez kîjan gotin û biwêjê bi kar bînim jî dê dubare, belkî jî çendbare be. Lewre ez dîsa yekê ji wan bineqînim; “Ma vir kavir in?!” Gotineke din heye ku di kurmanciya me de tê bikaranîn: “Tu kiran ne şekiran bibêje.” Şekirin li vir di wateya “becermek”a tirkî de ye. Ev her du gotin bi awayekî helwesta berdevk û aqilmendên dagirkeran diyar dikin.
Li gorî çîroka ku ew ji me re dibêjin, her tişt piştî êrîşa Silîvan serobin bûye, ji ber ku di heman rojê de hem gerîla çalakî pêk aniye û hem jî KCD’ê xweserî îlan kiriye. Lewma jî hemû bername û planên aştiyê têk çûne, hikûmet mecbûr maye ku dest ji kar û barên aştiyê vekişîne û hêza dewletê nîşanî “êrîşkaran” bide. Hemû çîrok û çîrçîrokên qelemşûran bi vî awayî dest pê dikin û li ser vê tevnê têne hûnandin.
Gelo heke hikûmet xwediyê bernameyeke aştiyê bûya dê ji bo çi berî hilbijartinê di nav çend rojan de bi dehan gerîla bikuştana, dê ji bo çi Tayîp Erdogan di hilbijartinê peywira Devlet Bahçelî bigirta ser milên xwe û qala darvekirina Ocalan bikira? Heke hikûmetê aştî bixwesta YSK’ê dikarî wisa bi hêsanî parlamenteriya Hatîp Dîcle betal bikira û namzeta AKP’ê ya rêza 6’an dikarî wisa bi hêsanî cihê wî dagir bikira. Heke AKP’ê bi rastî aştî bixwesta ew dizî qebûl dikir?
Heke AKP’ê aştî bixwesta nedihişt ku DTP were girtin û bi dehan siyasetmedarên kurd ji qada siyasî werin derxistin. Heke AKP’ê aştî bixwesta destûr nedida ku bi sedan siyasetmedarên kurd bêne girtin û bi salan di girtîgehê de bimînin. Heke AKP’ê aştî bixwesta rê li ber parastina bi zimanê kurdî nedigirt. Heke AKP’ê aştî bixwesta, Tayîp Erdogan nedigot, “Bila kes ji me perwerdehiya bi zimanê dayikê nexwaze û bila kes li benda tiştekî wisa nebe.”
Heke AKP’ê aştî bixwesta Nexşerêya birêz Ocalan desteser nedikir, dê bihişta ku raya giştî wê nîqaş bike û bernameya aştiyê zelal bibe. Heke AKP’ê aştî bixwesta dê berî hilbijartinê benda ji sedî deh rakira. Heke AKP’ê aştî bixwesta qasidên aştiyê nedihatin girtin. Heke AKP’ê aştî bixwesta dê bihişta ku BDP jî ji xezîneyê alîkariyê wergire. Heke AKP’ê aştî bixwesta dê serê pêşîn qanûna li dijî terorê li gorî pîvanên demokratîk biguharta, dê nehişta ku kes ji ber bîr û ramanên xwe û çalakiyên demokratîk werin girtin. Heke AKP’ê aştî bixwesta dê li gorî hevdîtinên ku li Îmraliyê têne kirin, hin gavên pratîk, qet nebe hin gavên sembolîk biavêtina. Heke AKP’ê aştî bixwesta hin gavên ku diavêtin jî nedikirin guleyên şerê psîkolojîk û li dijî gelê kurd bi kar nedianîn.
Heke AKP hin gav ji bo aştiyê biavêtina û digel vê yekê jî PKK’ê di şer de israr bikira, hingê dê hemû hêzên aştîxwaz li dijî PKK’ê rabûna ser piyan. Lê mixabin AKP’ê ji bo aştiyê tu tişt nekir, bi ser de jî ji bo ku PKK’ê bikişîne qada şer her tişt kir. Pêşiyên me gotiye, “Çêkiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro” lê mixabin, AKP’ê tiştekî çê nekir û tiştê xerab jî ne tenê bi xwe dike, bi her kesî dike. Ji ber kirinên wê yên xerab ciwanên kurd û tirk jiyana xwe ji dest didin, civak êş û azarê dikişîne.
Lewre jî divê em mirovên ku aştî û azadiyê dixwazin bêyî ku guh bidin kirin û gotinên AKP’ê û hevalbendên wê em ji bo aştî û azadiyê zend û bendan badin, dengê xwe berz û bilind bikin.