Gava ku bi zor û dijwariyê karek tê çêkirin û rewş diguhere, rewşa civak û siyaset digihije astekî, wê demê hişmendiya însan jî ji rewşa berê qut dibe û bînaîne, rewşa berê nanirxîne û hin caran tênagihije ku ka rewşa berê çi bû û heke ew rewş bidomiya dê çi bûba?.. Civaknasî, ji ber vê yekê tişteke pirr muhîm e û ji însan re her tim halê xwe û sedema vê halê bibîr tîne.

Çendek berî van rojan, li ser şareşa Rojava hin nêrînên biçûk dîtin hatin ziman. Hin Kurdên Bakûr jî, wekî ku hezîneyek dîtine li ser şoreşa Rojava meşiyan û hê jî bi çavekî kor ve lê dinêrin. Ev yek, pirsiyareke gelek girîng jî anî rojevê... Heke şoreşa Rojava were xeniqandîn, gelo dê rewşa Rojhilata Navîn çi be û di nav vê rewşê de halê Kurd û Kurdistan çi be?
Ev pirsiyar pirr muhîm e. Ji ber wê jî, em bi hêsanî tevnegerin, ne li ser şoreşa Rojava, yên ku ji nêz ve nas dikin û li ser şoreşa Bakûr bersiva vê pirsê binirxînin.
Heke şoreş nebûya, gelo rewşa Kurdên Bakûr dê çi biba? Heke şoreşa Bakûr nehatibûya vê astê, emê niha General Mustafa Muğlali’yê wek qehremaneke aştêşa xwe bizanibana. Di rastiyê de General Muğlali, 33 gundiyên Kurd qetl kiriye û ev rastî niha ji aliyê her kesî ve tê zanîn.
Heke şoreşa Bakûr nehatibûya vê astê, emê Şêx Saîd, emê Sêyîd Riza caşên welat bizanîbana û ew kesên ku Kurd qir kirin, li çiya, li newal û şikeftan da xwîna Kurdan rijandin, di serî de Mistefa Kemal û Îsmek înonu, tevahî walî, general û leşkerên vê pergalê, hemî bihevkarên Kurd ya vê pergala qirêj wek mezinên xwe bizanibana û ji wan re her tim rêz bigirtana.
Heke şoreşa Bakûr nehatibûya vê astê, dev ji destanên Ehmedê Xanî berde, helbestên Ahmed Arîf jî niha nedihat çap kirin û Yilmaz Guney, Ehmed Kaya û gelek hunermendên ku dixwastin qala rastiya Kurdan bikin, ewana tevda ne li holê bûn û kes jî wan nasnedikir. Çirokên Kurdan, wêjeyên Kurdan, helbest, vegotin û destanên Kurdan niha hemî ya Tirkan bû û kesên ku bixwestana wek rêvebirên Kurd siyaset bimeşînin û hin karên civakî bidin meşandin, niha di girtîgehan û li dervayî çavên çivakê de wenda bûbûn.
Heke şoreşa Bakûr nehatibûya vê astê, kesek ji rêvebireke Kurd re qîmet nedida û bang li Amedê nedikir. Kesek nikarî bû li kolanên Amedê Kurdî biaxiviya û di rojnamekî de gotineke wî/ê re qasî bişkakê jî cih nedida. Rojnameyeke Kurdî nedihat weşandin û Kurd ji dîrokê paqij dibûn.
Heke şoreşa Bakûr nehatibûya vê astê, ne Kurd, jinên Tirk jî nikarîbûn ji malê serê xwe derxin derve. Kuştin, qetlîam, tecawîz û ji mêrê xwe ço xwarin bi awayekî rewşeke normal dihat hesibandin. Kes ji cendirmeyek nikarî bû hesabek bipirse û niha qeymekamên dewletê wek şowalyeyên Roma tevdigeriyan.
Heke şoreşa Bakûr nehatabûya vê astê, çepê Tirk jî niha bêhêz, bêrêz û bêqîmet mabû û tu awayekî nikarîbû li ber desthilatdaran gotinek bîne ziman. Rexnekirin têçû bû. Huner hunera desthilatdaran bû. Wêje wêweya hin kesên xwefiroş û nirxfiroş beredayî mabû. Zaningeh di destê hin mirovên bezingan de ji ilmê, ji zanistiyê hê jî dûr ketibû û tevahî Kurdistan ji zaningehê mehrûm mabû. Rê yên Kurdistan hê jî rê yên ku di dima Fransî û İngilizan hutibû çêkirin, wisa mabû. Tevahiya Kurdistan hê gundeke kewn bû. Xêynî xwedî ax û xêynî kesên ku ji aliyê dewletê ve ji bo berjewendiya dewletê tên parastin, civaka Kurd hê jî di çaxa qirêz ya Awropê de dijiyan.
Ji her tiştê wêdetir jî, heke şoreşa Bakûr nehatabûya vê astê, îro hin kesên ku wek pisporên pirsgirêka Kurd derdikevin li ser ekranên televizyonan û li dijberî şoreşê diaxivin, tevahiya wan niha li kolanan wek kesên tî û birçî digeriyan û tu kes qîmet nedida wan.
Şoreş, havilê şoreşgeran e, lê gava ku digihîje astekî, berjewendperestên xwe jî diafirîne. Vaye 35 sal e ku partiya şoreşa Kurdistan’ê PKK ava bûye û ev 35 sal bi şert û mercên dijwar de bi tekoşînê ve derbas kiriye, îro êdî li ser pirsgirêka Kurd axaftin hêsan e. Hin kesên berjewendperest, heta kokê ji vê mercê sûd digirin û di deman demê de jî li ser xwîna şêhîdan dijmintiyê vê tevgerê dikin. Ev tevger li ku bêhnek hildide, dixwazin ji qirikê bigirin û bifetisînin. Lê yên ku zehmetê vê şareşê dikşînin û hê jî li çiya, li girtigeh û li nav kar û xebatên şoreşê de cih digirin, ev wek derwêş ev tişt jî zanin û bi zanebûn tînin ziman: “Ev şoreş, ji bo wan kesan e jî... Rewşa wan, kemasiya şoreşê ye. Divê şoreş hê xwe xurt bike û hişmendiya van kesan jî biguherîne...”