BERHEM LETÎF / ROJNEWS/HEWLÊR
Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulrehman diyar kir ku li Deriyê Navneteweyî yê Başmax hêkên Tirkî yên wext di ser wan re çûyî hawirdeyî Herêma Kurdistanê dikin. Tevî ku biryara Wezareta Ziraetê ya Iraqê û Herêma Kurdistanê ya qedexekirina hawirdekirina hêkan heye û hêkên navxweyî ji pêwîstiya zêdetire, lê Berpirsê Deriyên Sînor hawirdekirina hêkan red dikin. Hefteya borî li Hewlêrê 50 ton hêkên Tîrkî yên kevin bûne hatin desteserkirin. Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulrehman têkildarî çawaniya hawirdekirina hêkên Tirkî axivî û got; “Her çiqas biryara herdu wezaretên ziraetê yên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo qedexekirina hawirdekirina hêkan heye, lê li Deriyê Başmax hêkên Tirkî hawirdeyî Herêma Kurdistanê dikin.”