Hêkesork pîroz be

Haberleri —

Ji bo Xirîstiyanan bawerî ew e ku piştî ku Hezretî Îsa li çarmîxê xistin, piştî bi sê rojan dîsa sax bûye. Navê hêkesorkê bi pirranî li gelek welatan weke pak û paskalya tê binavkirin û ev peyv ji ji Îbrî tê ku maneya wê wiha ye: heta du destê xwe pênedî jê nebihure. Dema wê jî ji dawiya Adarê heta bi dawiya Nîsanê ye. Ji ber ku Kataolîk, Protestan û Ortodoksên Xiristiyan salnameyên ne weke hev bikartînin jî li gorî mezhebê di demên cihê de tê pîrozkirin. Rojiya wê ya 50 rojî jî li gorî salnameya mezhebê tê diyarkirin. Hin salan salnameyên mezheban li hev tên û bi hev re vê demê pîroz dikin. Li Ewrûpayê di nava rîtuelên paskalyayê de gelekên ji serdema paganîzmê mayî jî hene ku ji bo biharê û xwedawendê cihê bûn. Weke hemû eydan kulîçeyên vê eydê jî hene. Lê tişta herî hevpar rengkirina hêkan e. Çawa ku li cem Êzîdiyan jî hêk di Çarşema Sor (çarşema bê ye) sembola afirandina dinyayê ne, di gelek baweriyên pagan ên Ewrûpî de jî sîmbola vejîn, destpêka jiyanê û dinyayê bûne. Jixwe li cem Xiristiyanên pêşî jî ev dem hatiye tercîhkirin, ji ber ku eyda vejînê Akîtû, yan jî eydên Newrozê li cem Kurd û Îraniyên mayî weke mane nêzîkî wan bû. Gelekî muhtemel e ku tesîra van bawerî û eydên Kurdistan û Mezopotamyayê tesîr li vê cejna Xiristiyanan kiribe. Kengî û çawa? Hêkesork, piştî Newrozê piştî heyva çardehşevî ya pêşî, di yekşema pêşî de tê pîrozkirin. Ji ber vê yekê dema cejnê her sal dikare biguhere. Bi pirranî rastî yekşema duyem a Nîsanê tê. Beriya cejnê rojiya mezin a 50 rojî heye ku heta roja cejnê dewam dike. Ji vê demê re dibûejin Xemsîn. NAVENDA NÛÇEYAN
paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.