MÎRAN EBDO / ROJ DENÎZ / ANF / ŞEHBA 

Piştî ku dewleta dagirker a Tirk tevî komên xwe yên çete Efrîn dagir kir, bi sedan hezar Efrînî ji neçarî koçberî herêma Şehbayê bûn. Koçberên ji Efrînê ji bo ku vegerin Efrînê li ber xwe didin, li aliyê din jî ji bo ku di şertên koçberiyê de jiyana xwe bidomînin, derfetan diafirînin.

Yek ji van berhemên Efrîniyan jî Fabrîkeya Cûdî ya helawê ye. Li gel derfetên kêm û mercên giran ên penaberiyê, çend Efrîniyan li herêma Şehbayê fabrîkeya helawê vekir. Zekeriya Reşîd tevî çend hevalên xwe Kargeha Cûdî vekiriye, dibêje,, “Me ev kar destpêkê li mala xwe ceriband. Çend caran me çêkir û me dît ku ev kar ji me tê. Piştî 3 mehan, me ji xwe re ev cihê kar vekir.”

Reşîd diyar kir ku ew qutîkeke helawê bi 350 lîreyê Sûriyeyê didin û her çiqas perekî kêm be jî di van şertên koçberiyê de ji bo ku ew debara xwe bikin vî karî dikin. Li fabrîkeyê 11 kes ji saet 8’an heta 16’an kar dikin. Rojane 2 hezar qutîk helaw a tê çêkirin jî li dikanan tê belavkirin.

Reşîd dibêje, armanca wan ew e ku vî karî bi awayekî pêşketî bikin û bixin xizmeta gel.