
Yekemîn Wezîrê Çandê yê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Bêkes kurê helbestvanê navdar ê Başûrê Kurdistanê Faîk Bêkes bû. Zêdeyî 20 pirtûkên helbestan ên Bêkes hene ku bi gelek zimanan hatine wergerandin.
Şêrko Bêkes ku yek ji navên girîng ên wêjeya Kurd a navdar bi taybetî jî helbesta Soranî ye, ji meha Nîsanê û vir ve li paytexta Swêd Stockholmê dihat dermankirin.
Pirtûkên Bêkes bi zimanên Erebî, Îngilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî, Swêdî û Yewnanî hatin wergerandin. Di wasiyeta xwe de nivîsandibû ku dixwaze li Parka Azadî ya li Silêmanî bê veşartin.
KCK: Helbestvanê gelên Rojhilata Navîn bû
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya wefata helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes li Stockholmê, peyamek sersaxiyê weşand. KCK'ê diyar kir ku Şêrko Bêkes helbestvanekî tevahiya Kurdistanê ye, ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn hest, hesret û nêrîne û got, "Divê gelê Kurd bi heybetî xwedî li helbestvanê xwe yê mezin derkeve. Pêwîste pêşwazîkirin û oxirkirina cenazeyê wî bi heybet be."
Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê weha ye: "Me helbestvanê Kurd ê mezin Şêrko Bêkes wenda kirin. Em ji malbat, xizm û hemû hevalên têkoşînê yên helbestvanê mezin re sersaxiyê dixwazin. Helbestvanê me yê mezin, hesret, evîn û êşa gelê me di mejî û dilê xwe de hîs kir û tevahiya temenê xwe diyarî jiyana azad û demokratîk a gelê xwe kir. Di wergirtina deskevtiyên gelê Kurd de, rola Şêrko Bêkes gelekî mezin e. Eger miletek nebe xwedî helbest, wêje û hunerê, nikare têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşîne; nikare hebûna xwe bidomîne. Wêjevan, hunermend, mirovên hest û hesreta gelekî diafirînin. Eger helbestvan, wêjevan, nivîskar nebin, jiyan jî nabe, jiyana azad jî nabe. Ji ber vê yekê, Şêrko Bêkes yek ji wan mirovan e ku me û gelê Kurd afirandiye. Em minetdarên wan e. Hêza afirînerên hestan, ji hêza afirînerên qanûnan zêdetir e. Hêza wan her tim li cem gelê xwe ye. Emê hêza Şêrko Bêkes her tim li gel xwe hîs bikin."
'Hest, hesret û nêrîna gelan bû'
Di daxuyaniyê de li ser hêz û bandora helbesta Şêrko bêkes jî hate rawestî û wiha hate gotin: "Şêrko Bêkes helbestvanê hemû parçeyên Kurdistanê bû. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, hest, hesret û nêrîn bû. Berhemên wî afirandine, wê ji niha û pê ve gelên Kurd û Rojhilata Navîn ji nû ve her bi afirînin.
Di warê pêşketina hestên demokrasî û azadiyê li Kurdistanê, emê para wî qet ji bîr nekin. Emê wî her tim bibîr bînin. Her tim bû dostê tevgera me ya azadiyê û her wilo ma. Di salên xwe yên dawî de ev dostaniya xwe xurtir kir. Weke Tevgera Azadiyê, emê jî her tim bi dostaniya wî re ser bilind bin."
Banga xwedîderketinê
KCK'ê ji gelê Kurd xwest ku li Şêrko Bêkes xwedî derkeve û ev bang kir: "Divê gelê Kurdistanê bi heybetî xwedî li helbestvanê xwe yê mezin derkeve. Pêwîste pêşwazîkirin û oxirkirina cenaze bi heybet be. Bi dilaramî razê helbestvanê mezin! Zarokên gelê Kurd wê ji bo pêkanîna hesreta demokrasî û azadiyê ya te, her tiştê xwe feda bikin. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd emê helbestvanê mezin her tim bi minetdarî bibîr bînin, em deyndarên wî ne û emê wezîfeyên xwe bicih bînin."
"Giyana hesreta azadiya gelê Kurd bû"
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya wefata Hunermendê Kurd ê bi nav û deng Şêrko Bêkes ji bo gelê Kurd, dost û malbata Bêkes sersaxî xwest.
Di peyama KZP'ê wiha tê gotin: “Ew rewşenbîrê dengê civaka Kurd û giyana azad bû. Helbestvan, rewşenbîr û mamosteyê mezin Şêrko Bêkes li her çar beşên Kurdistanê, giyana hesreta yekîtî û azadiya gelê Kurd bû. Wî di tevahî jiyana xwe de ji bo gelê Kurd kar kir. Dostanî û Kurdewariya xwe di nava hestên bi êş û jan de rave kir. Qîrîna di helbestên wî de derdiketin, îsyana li hember zilma serdestan bû. Di nava ziman, çand û wêjeya Kurd de mamosteyê parastin û pêşxistina civaka Kurd bû."
KNK: Êşa Kurdan anî ziman
Konseya Rêveber a KNK’ê der barê helbestvanê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes ku duh jiyana xwe ji dest de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku di demeke ku, di şexsê Kurdistanê de, mirovahî di bin tecrîdeke giran de tê girtin û mirovahî ji hêza feylesofiyê dûr dikevê de, helbestvanê mezin Şêrko Bêkes jiyana xwe ji dest daye.
KNK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Şêrko Bêkes, bi hêza gotinê, bi efsûna helbestê trajedî û jiyana dramatîk a gelê Kurd, dianî ziman. Helbesta Şêrko Bêkes, bi hêza wêjeyî, hêrsa li dijî zordestiyê, hêvî û hawara azadiyê diqîriya. Di vê demê wefata Şêrko Bêkes, ji bo gelê Kurd teva wendahiyeke mezin e. Em ji malbata Şêrko Bêkes re, ji cîhana wêjeya Kurdî û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."
KCD: Helbestvanê sedsala 21'an bû
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya wefata helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes peyamek sersaxiyê weşand û destnîşan kir ku Bêkes, yek ji avakarên helbest modern a wêjeya Kurdî bû.
KCD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çawa Cegerxwîn helbestvanê sedsala 20'an bû, Şêrko Bêkes jî helbestvanê sedsala 21'an bû û yek ji avakarên helbesta modern a wêjeya Kurdî bû. KCD'ê destnîşan kir ku Bêkes ne tenê helbestvanek, di heman demê de pêşmergeyekî leheng û rewşenbîrekî welatparêz bû.
Di peyama KCD'ê de weha hat gotin; " Dema Serok Ocalan dîl ket, dilê wî li Silêmaniyê lerizî û got; 'hûn nikarin ruhê Kurdan dîl bigrin, hûn nikarin Behra Wanê bimiçiqînin.' Dilê wî li Silêmaniyê dilerizî, çavên wî li Amedê bûn. Deng û awaza helbestên Şêrko dê her dem li deşt û çiyayên Kurdistanê olan bide, dê helbestên wî di dibistanên Kurdistanê de mîna manîfestoya azadiyê werin xwendin."
NAVENDA NÛÇEYAN