DENÎZ ÎKE

ANF/AMED

Rênas Jiyan diyar kir ku desthilatdar ji helbestê ditirsin û got: “Ji ber agirê helbestê ronahî ye, desthilatdar helbestê ji bo xwe weke gef dibîne.” Her wiha wî diyar kir ku kar û barên xwe didomîne û mizgîniya da ku wê di demeke nêzîk de pirtûkeke nê weşîne.

Helbestvanê Kurd Rênas Jiyan helbest weke azadî, evîndarî û welatparêziyê nirxand û got ku helbestvanî di heman demê de mirovparêzî û zimanparêzî ye. Jiyan li ser rola helbestê di nava çand û hunera Kurdan de jî got, “Di çanda Kurdan de rola helbestê xwedî derketina li zimên û wêjeya Kurd e. Helbest firehkirina giyanê mirovan e, mezinkirina ruhê xwe ye. Helbest geşkirina berxwedan û doza welêt e.”

Jiyan destnîşan kir ku helbest şêwaza wî ya jiyanê ye û wiha pê de çû: “Ez gelek giyanî û jiyanî li helbestê dinêrim. Helbest weke ruhê min ê duyemîn e û şêwaza min a jiyanê ye. Eger ez helbestan nenivîsim ez nikarim bijîm. Dema ku ez helbestan dinivîsim ez xwe azad hîs dikim. Dema ku ez xwe azad hîs dikim û xwendevanên min wê berhemê bixwînin ew jî xwe azad hîs dikin. Dema di helbestê de xwe dilbirîn pêk neyê, ez xwe dernedim di helbestê de, wê demê wê di ruhê min de pirsgirêkên cuda derkevin. Ji ber vê yekê helbest ji bo min giyanî ye.”

Pirtûkeke nû tê

Jiyan bilêv kir ku hemû berhemên wî weke ya ewilê ji bo wî girîng û bi wate ne û wiha peyivî: “Dema ez helbestan dinivîsim ez li xwendevanên pêşerojê jî difikirim û helbestan dinivîsim. Ez wêjeya Kurdî hêjayî helbestên baş dibînim û ji bo vê jî hemû helbest ji bo min girîng in. Xebatên min ên li ser wêjeyê herdemê didomin û amadekariyên min ên ji bo pirtûkeke nû heye.”

Bi saya serê dengbêjiyê

Jiyan li ser kurtedîroka helbesta Kurdî jî axivî û got: “Baba Tahirê Uryan weke destpêka helbesta Kurdî tê dîtin. Ji bo Kurdan ez dikarim dengbêjiyê weke destpêka helbestê bi nav bikim. Helbesta Kurdî ji çanda dengbêjiyê dest pê kiriye. Çiqas dengbêjî weke muzîk û lorandinê bê gotin jî mirov dikare bêje dengbêjî her wiha helbestvanî ye. Li gorî ferqa roja me ya îro dengbêjî nehatiye nivîsandin. Ji xwe çanda dengbêjiyê çand û hunera Kurdan li ser lingan girtiye. Dengbêjî dewlemendiyek çanda Kurdan e. Di nava Kurdan de helbestvaniya herî girîng jî dengbêjî ye.”

Têkilîya Kurdan bi helbestê re baş e

Li ser elaqeya gel a li ser helbestê anî zimên ku Kurd ji helbestê hez dikin û wiha pê de çû:” Dema ku em li civakên biyanî dinêrin, em dibînin ku êdî qîmetê bi helbestê nadin û helbestê îhmal dikin. Civaka ku daxwaza azadiyê dike û ji bo welatê xwe têdikoşe, daxwaz û xwedîderketina wê li helbestê jî zêdetir e. Helbest û azadî gelekî nêzî hev in û hevalên hev in. Kurdên azadîxwaz li helbestê xwedî derdikevin, ji ber ku helbest hîsên Kurdan vedibêje û Kurd xwe bi helbestê tînin zimên. Li gorî çavdêriyên min têkiliya Kurdan û helbestê baş e.”

Ji helbestê ditirsin

Jiyan anî zimên ku her demê helbest, helbestavan bûne hedefa desthilatdaran û got: “Ji ber ku helbest herdemê rastiyê tîne ser zimên û agirekî dilêr e ev jî ji bo desthilatdaran xetere ye. Ji ber agirê helbestê ronahî ye û ji ber rastiya helbestê desthilatdar helbestê ji bo xwe weke gef dibîne.”