Pirtûka Xemzêm a ku bi helbestên Kurdî hatiye nivîsandin li Weşanên J&J hat çapkirin. Ligel hebestan di dawiya pirtûkê de jî ferhengek bi navê “Mîtos û ferhenga Xemzemê” hatiye weşandin. Ferheng ji peyvên cihêreng ên nav pirtûkê de cih digirin, pêk tê.
Helbestvan Bedir ji bo pirtûkê da zanîn ku Xemzêm yekem pirtûka wî ya bi Kurdî hatiye nivîsandin e û wiha peyivî: “Min kedeke mezin da Xemzêmê û di nav deh salan de çap kir.”
Lûleya wêrekiyê ye
Ulku Bîngol ku ji bo pirtûkê pêşekek nivîsandiye der barê Xemzême de ev tişt aniye ziman: ” Helbestkar A.Bedir me dajo lûleya xemzemê, an lûleya wêrekiyê. Bi destê xwînerên xwe digire yek bi yek li wan jorên xemê digerîne. Li Geliyê Zîlan, li Dêra Extirmanê, li Meydana Çarçira, li serenava ayetekî, li welatê Kenanê, li Efrîqaya reşik û li bin bîra Usiv digerîne. Ziman dizê û welat dizê di xemzêmê de. Kurmanciya zom û zozanên welatê Serhedê dibe lûleyên helbestê. Xemzêm bi ferhenga xemê ango bi ferhenga Serhedê hatiye nivîsandin.”
A.Bedir kî ye?
A.Bedir di 1981’ê de li Geliyê Zîlan a girêdayî Erdîşa Wanê ji dayik bûye. Bedir di salên xwe yên xwendina liseyê de ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û li girtîgeha Mûşê dimîne.
Bedir li girtîgehê li ser ziman dixebite û piştî ku tê berdan diçe Stenbolê beşa derûnînasiyê dixwîne. Di dema raperîna Kobanê de dîsa tê girtin. Niha jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wekî derûnînas dixebite. Bedir di sala 2014’an de pirtûkek bi Tirkî nivîsandiye û niha bi Kurdî li pêşberî xwendevanan e.
AMED