Her sal bi dehan pêşbazî çêdibin, lijne her tim heman kes in, xelatgir her tim diyar in. Xelatê nadin huner, didin têkiliyê. Gidî! Civakeka ku êdî her titşî dizane peyda bû.

Helbestvan Roşeng Rojbîr îşaret bi nîqaşên cihê derbarê destpêka helbestê de kir û got; “Ne tenê di civaka me de li hemû dinyayê, di heman serdemê de dest pê kiriye. Ji ber ku helbest rêya ravekirina nerazîbûnan e.”

Di hevpeyvîna Denîz Îke ya bi Rojen Rojbîr re ya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê weşandî, li ser cihê bajêr di helbestê de dibêje, “Di dilê her helbestkarekî de ‘çûn’ek heye. Kîjan dem, kîjan bajêr, kîjan welat,! Ew bi xwe jî nizane. Çûn, hew çûn. Heger biçe ew ê bextewar bibe, neçe, mayîna wî ya li wî bajarî dê bibe helbest.”

Rojen Rojbîr rexneyê li gerîna li populîstiyê digire û wiha dipeyive: “Nivîskar, seba populîstiyê dest ji heqaniyetê berdan. Ji ber ku hê bêhtir bi nivîsê ve mijûl im, min peyva nivîskar bi kar anî. Ev nexweşîn bû, bi çend kesî re peyda bûbû, di pey re li hemû kesan/beşan  belav bû. Yek ji encama vê kambaxiyê, ya herî sereke jî ev e: kir ku tu berhemên baş derneyên. Yan xwe dûbare kirin, yan jî hin ên din. Her sal bi dehan pêşbazî çêdibin, lijne her tim heman kes in, xelatgir her tim diyar in. Xelatê nadin huner, didin têkiliyê. Gidî! Civakeka ku êdî her titşî dizane peyda bû. Ya ez pê diêşim, ev mîrateya me ya ku ji bav û kalan mabû, weke ku ji çend kesan re mîrat mabe, ket yekdestdariya çend kesan.

Ji bajarê xwe hez nake

Dema ku li ser tesîra bajêr li ser helbestê dewam dike, Roşeng Rojbîr gotina xwe wiha dewam kir: “Hin kes dixwazin bextewar bibin, ez ji wan kesan im. Bandora bajêr ne tenê li ser helbestê, li ser hunerê giştî heye. Li ser teşegirtina kesayetiyê bi xwe jî heye. Ne ez dinivîsim, civak bi min dide nivîsandin, ne ez dinivîsim, bajar bi min dide nivîsandin. Ya bi min dide nivîsandin di nav jêrzemîna bajêr de bêbajarî, di nav jêrzemîna welêt de bêwelatî ye. Hinek ji wê bîrê, hinek ji wê aciziyê. Lê îllim jêrzemîn.”

Li ser pirsa ka ew hez ji bajarê xwe dike û çiqasî, helbestvan dibêje, “Na, bi qasî ku nikaribim bersiva te bidim, jê hez nakim.”

Hinekî sêr û hinekî sêrbazî

Li ser têkiliya wêje û wijdanê mirov jî, Roşeng Rojbîr balê dikişîne ser dewra siyasetê di rêvebirina dinyayê de û wiha dewam dike: “ Derhênerek dibêje, ´Siyaset, ava şolî di qedeha paqij de dide vexwarin, dema tu pê dihisî, êdî pirr dereng e, zikê te dest bi qolincan dike´. Kula hunermendan, pêknehatina aramiya dinyayê ye û seba pêkanîna wê bextewariyê, xebata bi dil û can e. Sekneka bi rûmet e, rewşenbîrî ye, rûspîtî ye. Adana wan ev e. Ji bo azadiya civakê, dest ji doza azadiya xwe ber didin. Hinekî sêr e, hinekî  sêrbazî ye.”

Ji bo xebata li ber destê xwe jî helbestkar dibêje, “Dibêm qey, heya sersalê dosyeya di nav lepên min de dê bigihije xwîneran. Hin nivîskar ji bo xwîneran, hin nivîskar ji bo xwe dinivîsin, ez ji bo aram bibim dinivîsim, armanca min deşîfrekirina derhişî ye. Ji bo dengê min ê hundirîn bitepise divinivîsim. Helbest terapî ye, êşbirr e, ew ne derba neşterê ye. Lê weke ku derba neşterê, heta jê û wêdetir be pê bawer im. Helbest(kar)ek, dikare teqlekî li xwîneran bide, xwîner dikarin teqleqî li welatekî bidin. Welat dikare helbestkarekî aram bike.”

Roşeng Rojbîr nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê “Ev ne pif e tif e´ (Evrensel, 2016), Sêr, û Bi jahrketina bajêr e.

ANF/AMED