Gava mirov li Kurmanciyê dinihêre, herçî helbest e, bi xemê, bi êşê, bi wan derdên ku bi çavê şairî dermanê wan nîne hatiye hunandin. Ji bo girantirkirina vê jî peyvên bi xemê şûştî, li xemê raxistî yên Kurmanciyê jî ji xwe re bi kar anîne. Ango bi rengekî ji rengan xem û êş ji bo gelek nivîskarên Kurmanciyê deriyê nivîsandinê li wan vekiriye. Helbet dema ez van dibêjim ez tenê behsa Nalî nakim ku ji xeman ji bo xwe gotiye, "Hemû ec´zayî nalînim denalê / Serapam mîslî mosîqar e bê to“, behsa Cigerxwîn jî dikim ku di helbestên evîndarî û heta carinan xweşî û serhildêriyê de jî zaniye yan jî xwestiye vê kulê raxe berçavan, çawa ku di gulfiroş de dibêje, "Min can û dil da, dil kêriye qêrîn / Go ho Cegerxwîn dil bi gul didî, dil bi gul didî". Şairên roja me ya îro yên mîna Fatma Savci jî dibêjin, ji xwe êşa wan ew kiriye şair. Kawa Nemir dema ku di helbesteke xwe de "velerizîneke" hîç xwe jê venade ku bibêje, "Sêwîtî çi be, dinya bi xwe nebe?" Pirsek yan jî danadereke halê ruhê resma şi´ra Kurmanciyê. Şêx Riza Talabaniyê ku bi mîzah, erotîzm û dijûnan karî helbestan binivîse di destpêka sedsala 20´an de, xwe bernedaye nava şi´ra Kurmanciyê. Hêrsê, hêviyê, şoreşê hinekî jî ji rik û serhişkiya hebûn û tinebûna Kurdan û têkoşîna wan, nizilî nava helbestên vê dawiyê. Ez eşkere bibêjim vê dawiya min, ji emrê min dirêjtir e, lê her vê dawiyê ye dema ku mirov li temenê helbesta Kurmanciyê binihêre. Hasil di Kurmanciyê de meydaneke bi rastî jî xaliye mîzaha (bi) helbestê. Ji ber wê jî ez ê mînakeke ji Elmaniyê ya ku baş serketiye bidim.

Li van deveran (Frankfurt), cîranê me, li bajarê Aschaffenburgê, helbestvanek û mîzahkerekî têra xwe jêhatî heye. Navê wî Thomas Gsella ye. Wê rojê, gava ku min helbesta wî ya bi navê Şandelîk (mozên zerereş ên piçûk) xwend, min destûra wergerandin û weşana wê ji wî xwest. Wî jî camêrî kir û got, wê jî û 8 helbestên min ên li ser Erdoganî jî tu dikarî wergerînî û biweşînî. Îro dora Şandelîkê ye û ez ê wê di dawiya vê nivîsê de biweşînim. Herçî helbestên li ser Erdoganî ne, belkî ew paşê bibin dosyayek ji bo xwînerên me.

Gsella sala 1958´an hatiye dinê û heta niha bi dehan pirtûk, muzîkal, şanoyên radyoyê nivîsîne/çêkirine û bi sedan meqaleyên wî yên mîzahî derçûne. Ew serredaktorê yek ji serketîtirîn kovarên mîzaha bi Elmanî "Titanic"ê bû ji 2005´an heta bi 2008´an. Niha li gelek deveran derdikeve ser dikê hem helbestên xwe yên mîzahî dixwîne û hem bi giştî mîzahê dike. Tevî hevjîna xwe û du zarokên xwe dijî û hîna jî helbest û pexşana mîzahî dinivîse ji kanalên televizyonê WDR, SWR, ji rojname û kovarên FAZ, Die Zeit, Titanic, Spiegel Online, taz, SZ-Magazin.

Şandelîka xwe jî diyar e, vê havîna germ û dirêj nivîsiye, ji ber ku ji gotin û îmajên wî ev eşkere diyar e:

Mirovên çê destûrê

didin ku deynin

li ser berfeşîr, qehwe û pasteyê.

Yên xirab ji wan nefret dikin

û li wan dixin û dikin nifirê.

Mirovên çê aram dimînin

û li ber çaydankan

demê dibihurînin.

Yên xirab ji kursiyên xwe direvin

û mad zerbûyî bi lez ji wir bi dûr dikevin.

Halo, ew ji me re

heywaneke baş e:

Ew bi ya gotina Xwedê dike.

Ew mirovên çê li vir dihêle

û yên xirab ji vir der dike.