Zozan Gulan kitêba helbestan “Ajero” ji weşanên J&J derxistiye. Zozan helbestên xwe yîn bi Kurdî bi giranî li ser evîna welat nivîsîne. Li gorî Zozanê helbest li gorî hestan dineqişe. Zozan dibêje, hestên ji kûr ve tên, her tim evîna welat in û wiha dipeyive: “Qêrîna herî delal ji dil tê, dema hestên xwe bi lêv dikim, pê dihesim ku ber û dîwar jî min dibihîsin.”
Hestên te çawa lêxin helbestên te wiha lêdixin
Zozan di axaftina xwe de balê dikişîne ser yekemîn helbesta xwe ya bi navê Hewar û dibêje, “Min cara yekê bi helbesta Hewar, dest bi nivîsînê kir. Min di wir de hertişt didît; jin, zarok, kal û xweza. Helbest wê demê bû cihana min a biçûk. Ez pê gihiştim aramiya ku bi salan e ez lê digeriyam. Min xwe dît û careke din winda dibûm. Hestên te bi çi awayî bin helbestên te jî bi heman awayî lêdixin. Min dest bi nîvîsa evînê kir. Min hestên xwe rijandin ser lênûsê êdî.”
Ajero yanî zîldayîn
Zozan diyar dike ku ji bo layiqê keda jinê ya xweşîk be, ew bi ser ti hevoka guncaw ve nebûye, û li ser mijarê nihêrînên xwe wiha tîne ziman: “Min biryar da ku helbestên xwe berhev bikim. Pirtûka min a bi navê “Ajero” ya ku wateya zildayîn û ji nû ve şînbûyînê ye, min di pirtûka xwe de bi cih kir. Kesên derdorê bi çapkirina wê gelek şad bûn. Alîkariya malbata min pirr bû. Lê mixabin xizmên me ji ber difikirin ku divê jin bi serê xwe tiştekî nekin, li şûna alîkariyê bûn asteng.”
Rêya neqişandî ya parvekirinê
Zozan Gulan balê dikişîne ser wateya helbestê û dibêje, “Heger ez qala helbestan bikim, ez ê kûrahiya jiyana xwe vebêjim, her tiştê min di wir de veşartî ye bi helbestan re tînim ziman û derdixim ser rûye erdê. Ya ku awaza herî xweş dide êş û şabûna min, helbest e. Helbest rêya neqişandî ya parvekirinê ye. Bi anîna ziman û guhdarîkirinê, ev watedartir dibe. Pê re, nûwazebûnê qezenc dike. Dema ez ji guhdaran re dixwînim, dilşad dibim. Pê dihesim ku ber û dîwar jî bi min dihesin, wekî ku bi helbesta min ketine aramiyê û bêdeng dibin.”
JINNEWS / AMED