Şi’irî ciwanit ewê, qurban, şi’irî ciwan
Şi’irek geşe w zerdexene ba be jiyan!

Şi’irê çeşnî estêre bicrîwênê
Rûn bê, naxî deryay derûn binwênê
……………………………………
Şi’irê ke wek sawa nazdar û ciwan bê
Xorakî goştî dil, şîley jiyan bê!
……………………………………
Emca, qurban, hîwam heye le (Goran)
Îtir dawa neken helbestî ciwan ciwan!

Beser şi’ira kesê zal e serbest bê
Berella bê, be ‘areqî ‘eşq mest bê

Bo min weha elwê îtir xamoş bim
Ba le meydan wun bim û feramoş bim!.. *


Helbesta her netewî li jêr sê serbabetan tête dabeşkirin:1. Helbesta Gelerî. 2.Helbesta Klasîk. 3.Helbesta Hevçerx/hemdem.
Li vir, bi wêrin bikarim bibêjim helbesta klasîk a Kurdî bi helbestkarê herdem û hevdem Baba Tahirê Hamedanî re destpê dike jî; nizanim, nikarim bibêjim, ’’helbesta Kurdî a hevçerx filan salê, bi filan helbestkarê Kurd re dest pê dike’.
Ji paca Bakûr gava ku li ‘gidîşa/gerdîşa’helbesta Kurdî-kurmancî dieyşênim, dibînim ku – bi qasî ku gellek helbestên wî şêwe-klasîk in- Reşîdê Kurd bi helbesta bi navê ‘Basên Beyrûdê’ di ser sînorê rist û çarîn re qevaztiye, helbesteke hevçerx nivîsiye.
Bi vê babetê ve girêdayî; di pêşgotina ‘Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr’* de min gotibû: “Wêjeya Kurd, ne  wêjeya li Başûr bi tenê ye! Wêjeya Neteweyî; ji Boraboz ta bigihe Hemedanî, Mella, Feqî, Xanî û Hejar û Hêmin û Nalbent… û ji ya li surginê bigire ta bigihe ya Kurdên Kurdîstana Sor, ji ya zaravayê soranî bigire heta bigihe berhemên bi zaravayê kirdkî/zazakî; ji berhemên bi elfabeya erebî, kirîlî û latînî û elfabeyên dêrîn ên ku di serdeminan de ji hêla Kurdan ve hatine bi kar anîn pêk têt.” Û bi berdewamî min wisa nivîsîbû: ‘Îro jî di heman  baweriyê de me: Ne ji mafê yek nivîskarî/ê ye dema qala helbestê bike, helbesta Bakûr an jî ya Başûr wekî Helbesta Netewî derxe pêş û tevgerên hozanî yên li qetên din wekî tiştekî hay jê neyî bibîne, binirxîne.
Belê; îro di zanko û zanîngehên Başûrê Kurdistanê de Xanî, Mella, Feqî têne naskirin, têne xwendin…  Lê helbestkarên hemdem; cîlê pîştî Cegerxwîn, nifşê piştî Gorînkariya Leşkerî li welêt mayî: Kawa Nemir, Rênas Jiyan, Lal Laleş… ‘?
Li navên helbestakarên li jor ê tebayî nivşê nû van du salên dawî  navên helbestakarên ku îro jî dîl in, di zîndanê de ne: Sînan Sutpak, Zekî Kayar, Mizgîn Ronak, Hamît Adiman, Hayrettin Ekinci, Tewfîk Hêja jî zêde bû.
Ji bilî çend navên ku milê helbesta xwe sipastine helbesta klasîk: Kalê Qurdisî, Bro Omerî, Latîf Epozdemir, Miraz Ronî, Feratê Dengizî… helbestkarên herî ciwan: Marîn Rehmanî, Yeqîn H, Dilber Hêma, Ehmed Ronîar, Ferzan Şêr, Mahîr Bagok, Xecê Omerî, Şengul Ugur…tevan xwe ji helbesta klasîk û helbesta kelepur a Kurdî parastine.
Hewldan û afirandinên vê dawiyê şanî me didin, li Bakûr helbesta Kurdî/kurmancî di delavê xwe yê nû de dê biherike ber bi bahra helbesta hemdem a gerdûnî ve.

Şi’ira bi sernavê ‘Bo gewreyekî şi’ir-dost’, Goran
*Kevneşopî
‘Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr’ Çapa 1.emîn Y.N.K.Tayê Duhokê,2007, Çapa 2.emîn Evrensel Basım Yayın, 2011