Ji serdema ku mirovan ziman peydekirin û helbest gotin ve, helbestvanan xwe pêşengên pêşxitina civatê dîtine. Ji wan çaxan ve bûne nûnerên peyva civatê û xwe erkdar zanîne ku hest û daxwazên civatê bînine ziman.
Helbestvan tiştên ku di pêşiya daxwazên kesan û civakê de dibin asteng tînine ziman. Bi riya helbestê bala civakê dikişînin ser bûyeran û dibin nûnerên hest û daxwazên mirovan. Helbestvan bi nivîsandina bûyerên roja xwe, xwendevanên xwe vedixwînine hestdarî û hişyariyê. Mebasta min helbestvanên ku di rastiyê de helbestê dinivîsin, dizanin çi dinivîsin û çima dinivîsin e.
Bi awayekî din bêjim, helbestvan şoreşger in û serhildêr in. Li dijî hemû zilm û zordestiyê serî hildidin. Her demê li nûbûnê digerin û li dijî hemû desthiladariyên ku li pêş pêşve çûnê dibin asteng derdikevin. Ev serhildan carinan li dijî ol û oldaran e û carinan jî li dijî hukumdarên siyasî ne. Berê xwendevanên xwe didin ser kelemên li pêş pêşveçûnê dibin asteng. Berî civatê kirinên oldar û hukumdaran dibînin û wan kirinên xirab ji gel re şikere dikin. Vê hişyarî û hestdariyê kiriye ku helbestvan rê nîşanî civatê bidin. Ji serdema pêşî ve mirovan bi karên rojane re gotinên ku helbestvanan gotin, kirine stran û strandine. Ji bo pêwîstiyên xwe bidest bixin bi hev re kar kirine û bi hev re stran strandine. Ev stran çi di navbera du kesan de hatibin strandin û an jî çi yek bi yek hatibin strandin. Hemû li ser xweşkirina jiyanê û li dijî astengiyên li pêşiya jiyanê hatine strandin.
Bi karên cuda re stran û helbestên cuda hatine meydanê. Bê çawa zimanên cuda çêbûne, helbestên cuda jî çêbûne. Her çiqasî helbest ji hev cuda çêbûbûn jî, erkê helbestê çêkirina hişyariya hevpar û wijdana hevpar e û rêkûpêkkirina pêwendiyên mirovan û xwezayê ye. Helbestvan bûyerên ku rojane diqewimin û mirovên din jî dibihîzin, lê nikarin îfade bikin, bi şêwekî xweşik van bûyer û pêhesînan bi zimanekî cuda tînine rojevê. Bi vê zanînê helbesta xwe dikin nûnera wijdana hevpar.
Ji serdama pêşî heta roja me, hişiyariya helbestvanan kiriye ku bala serdestan bikişînine ser xwe û gelek caran bela hatine serê wan. Li gelek cihên cîhanê cuda bi navên cuda ji ber gotina rastiyê helbestvanan berdêlên giran dane. Hin caran hatine serjêkirin, hatine çermkirin, hatine sûrgûnkirin, hatine girtin û temenê xwe di zîndanan de derbaskirine. Ji van pêşengên hizirî û hestî re girtîxane tawanê herî sivik hatiye dîtin. Gelek caran li ber çavên gel bi zîndî hatine şewitandin û teşîrkirin. Li pêşberî van kirinan, helbestvanên ku xwe erkdarê gotina rastî dîtine, çavtirsandî nebûne û her rastî gotine. Gelek caran jî ji bo ku neyên girtin mecbûrî revê bûne û cihên ku çûne hizir û ramanên xwe bi riya helbestê anîne ziman.
Li Kurdtistanê jî gelek mînak hene ku helbestvan hatine kuştin, hatine zîndankirin û yên mayîn ji bo neyên girtin ji welatê xwe revîne.
Li girtîxanê raza û êşkence kişandin bûye çarenivîsa helbestvanên kurd. Ji salên kevn ve helbestvanên kurd hatine kuştin, hatine girtin û bi salan di girtîgehan de mane. Yên ne hatine girtin jî mecbûrî revê bûne. Gelek ji wan helbestvanên ku ji ber şûrê dagîrkerên Kurdistanê revîne li sirgûnê çûne ser dilovaniya xwe. Ji welatê xwe derketine, lê dev ji nivîsandina helbestê neberdane. Li cihên ku çûne bi helbestên xwe bûne nûnerên hestên gelê xwe. Mînak li serdema ku gelê kurd jana parvekirina welatê xwe dikişand, bi helbestên xwe, wiha xwe kirine nûnerên wijdana civata kurd.
“Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
Çira û rewşen li me vemirtin
Ger bême kuştin, dayê tu megrî.”
Bi van hevokên helbestên xwe, nûnerîtiya hestên civata xwe kirine. Zilm û zordestiya ku li gelê wan bûye bi helbestên xwe anîne ziman.
Lê helbestvanên kurd ne tenê zilm û zordestî gotine û li ser windakirina evînê girîne. Ne tenê bûyerên xemgînî, zelûlî, jana derbideriyê, evînên nicomayî û tiştên nexweş nivîsandine. Bextewarî, rojên serkeftinê, bûyerên xweş ên ku rûdane jî nivîsandine, hêvî dane gel û ji bo rizgariyê gel vexwendine serhildanê.
“Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gulebaran
Êrîş dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe.”
Ji ber van nêrîn û hestên rizgariyê, seydayê Cigerxwîn gelek caran bala serdestan kişandiye ser xwe û gelek caran serê wî ketiye belayê.