rayên zimên di helbestê de ne
û zimanê helbestê ne zimanê rojane ye
Mirov dikare bi pirsan dest bi nivîsandina vê mijarê bike. Gelo çawa helbestvan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Gelo zimanê ku helbest pê tê nivîsandin û zimanê helbestê çi bandorê li hev dikin?
Pêwîst e ku mirov, pêşî li dema kesên helbestê dixwînin an jî guhdar dikin, li rewşa wan ya ruhî binêre. Ya duyemîn, Têgihîn, nêrîn, çavderî, awayê xeyal anîna ziman û bi hêzbûna derbirîna helbestvan hesab bike. Ya sêyemîn, bikaranîna zanîna ziman di helbestê de ye. Ku ev merc hemû bi cih hatibin, tabloyeke serkeftî tê pêşberî mirov. Ev hemû pêwîst e ku neyîne jibîrkirin û li ber çavan werin girtin. Piştre mirov dikare li bersiva pirsên jor bigere.
Giovanni Battista Vico, di derbarê dîroka helbestê de dibêje: ’’Rayên ziman di helbestê de ye. Mirovên pêşî ji bo ku êş û şadiyên xwe bêjin, bi formê helbestî peyîvîne. Ev gotinên pêşî, ne gotinên ferhengê bûn, di nava xwe de derbirîna pişkivîna helbestê bûn.’’ Mirovên pêşî bi peydakirina ziman re bi awayekî helbestî bi hev re peyivîne û weke awayê nivîsa pêşî jî helbest hatiye nivîsandin. Mirov dikare bêje, temenê peydakirina deng û bi hev re axaftina mirovan ji bo têgihiştinê û ya helbestê yek e.
Li ba zimanê rojane, xwezeya ku mirov lê dihizirîn ji bo bandora xwe lê bikin û dîtinên xwe bêjin, zimanê sêhrî çêkirin. Ev xisûsiyêta vî zimanî bû pêşengê zimanê helbestê. Helbest; watehizirîna xeyalê ye û xeyal jî zimanê helbestê ye. Ev ziman e ku helbestê ji axaftina rojane cuda dike û ziman dike giyanê helbestê. Ku ev ziman nebe, helbest jî tune ye. Ev ziman e ku bi aheng û muzîkê nava helbestê dilivîn û bandoreke bihêz li xwendevanên xwe dike. Heke livîn nebe, jiyana helbestê tune ye û bandorê li mirovan nake. Platon di danasîna helbestê de, gotina zimanê sêhrî bikar aniye. Ev zimanê ahenga deng û mûzikê ye ku jê re hatiye gotin zimanê sêhrî.
Di helbestê de ne gotinên tevlîhev û hevokên dirêj, gotinên kurt û hevokên derûnî bandora xwe zêdetir li ser mirovan dihêlin.
Helbestvan û rexnegirê îngilîzî T.S. Eliot Di nirxandina hunera helbesta Dante de wisa dibêje, ’’ku pêwîst be em behsa zanîst û hunera helbestê bikin, tiştê em ji ’’Cehennema’’ Dante fêrbûyîn ewe ku helbesta herî mezin heta mimkun be, bi kêm gotinan hatiye pêşkêşkirin. Bi qasî ku mimkun be pûte (îhtimam) dayîne sade û derûniya afirandinê ye.’’
Mewlana Celaledînî Rumî jî dibêje, ’’bi kêmpeyiv û derûnî bêje.’’ Ji bo ku helbestvan karibin vê bikin, pêwîstiya helbestvanan bi naskirina hemû nazikî û aliyên ziman heye. Helbestvanên ku ziman nasnekin û xezîna wan a gotinan lawaz be dikevine nav kêmasiya dubarekirina gotinan.
Pirsa helbest çawa tê nivîsandin ji Raymont Queneau tê kirin, ew jî bersiveke wisa dide.
’’Baş hilbijêre baş bicih ke
Yekîtiya çend gotinan çêke.’’
Helbest hêza xwe ji ziman digire, hevîr û hevîrtirşê wê jî ziman e. Çawa ku ziman ji hêmanên helbestê hêz digire û digihê derbirînê, helbest jî li kudera cîhanê hatibe nivîsandin bila hatibe nivîsandin, ti ferq nîne. Helbesta ku bi naverok, xeyal, bi formê afirandinê, bibîrxistin, bi coşa hunandina tevna dengan, eger bandora xwe li ser mirovan kiribe, di vê serkeftinê de para bi hostatî, bikaranîna ziman pir mezin e. Helbest bi xweşikkirina raman, hest, xeyal û zelaliya nêrînên helbestvan, bê Paseport û bê sînor xwe digehine hemû dilan.
Helbestvan xeyalan bi gelek curan dertînê pêş. Bi derûniya dirûvdanan, hostatiya gotinan û têgihiştinan, lihevanînên (pevanîn) ku ziman berê bikaranîn, an hê bikar nehatin digire destên
xwe û pêşkêş dike. Ya ku van hemûyan werdigerîne derbirînê peyivok in. Yên nirxandina deng bi hostatî nîşan didin û helbesta ku bandora xwe li me dike ew in. Zimanê helbestê, zimanê hemû cîhanê ye. Wê demê tiştê helbestê dike zimanê hemdem û dike zimanê cîhanê hûnandina zimanê helbestê ye. Ya ku di nav çalakiyên destpêka entelektuliya mirov de cih girtî helbest e...