Li hewşa Yekitiya Nivîskaran, destê wê êvara havîna ber bi payîzê de hênik, İçmo* bi dengê xwe yî ‘xeneqotkî’ û newaya ‘xweşxwan’ a helbestên li dû hev, mîna dilê min dilê gellek beşdarên li qaê(hewş) amede, şa û hênik kir. Helbestxwendina İçmo -Seyda Cegerxwîn di gellek ristan de navê helbestê weke ‘xweşxwan’ê hildide- ne dişibiya ya çi helbestkarên ku heta niha min helbesta wan xwendibû, an guh dabû dengê helbesta wan: İçmo ne dixwend; distira.
Vê helbeststirînê, wê kelîkê xiste bîra min, ku li Amedê, di sohbeteke li ser piyan Abdulla Peşêw gotibû, ‘Bakûrî ji şi’irê re dibêjin helbest,em dibêjin xundrewa’. Yanî? Yanî ravekirina bi xwendinê/xwendina rave kirî. Xwendina ravekirî ji serdema rîtuelên kevnekone ta bigihe ayînên îro miqambarkirina li peyvê ye.
Sêhra peyvê bi sêhra deng re bi sêhrtir bûye, ku li tevî Qur’ an’ê xwendina hemû pirtukên pîroz , diayên ku tên kirin, lavayî û berzûrî, li tevî bangdanê bi miqam in. Gellek mela ji dengê xwe yên xweş bêhtir, bi miqamê bangê balê dikêşin bi ser selayê de . Jixwe ji cureyên helbesta klasîk qesîde û xazel jî bi miqamekî xweser têne xwendin.
Ji xwendina qesîdeyên derwêşên Kurd em tê derdixin, ku qesîde li gel amûreke muzîkê –defê/erbaneyê- hatine xwendin.
Bi baweriya min, qesideya Mele Şexmûs ‘Can… can… can…’ îro jî têrî dike ku merivê ne sofî û ne mirîd jî bi surr û cizbê bikeve…
Pêwendiya muzîk û helbestê ne hewceyî destnîşankirin û ravekirên Cudwell be jî; bi her helbestkarî re her helbesthez dizane, ku di navbera helbest û newayê de pevgirêdaneke xurt, têkiliyeke zexm heye.
Ew têkilî bi sê şeweyên jihevcuda derdikeve pêşberî me:
Xwendina helbestê a helbestkar
Xwendina helbesta a teatrel
Xwendina xwênerê/a helbestê.
Xendina helbestê a helbestkar bi du şêweyan e:
Xwendina bi dengê kêlîkê
Xwendina bi dengê lêbarkirî
Xwendina bi ‘dengê kêlîkê’ lêvegarina dema/kêlîka nivîsîna helbestê ye.Ev şêwexwendin xwedînewa û miqameke xwe î xweser e, ku helbestkar her helbesta xwe bi yek miqamî/newayê dihoyîne. Ji vê şêwexwendinê re meriv dikare bibêje ‘xwendina bi dengê dil’ jî. Jiboney; di kêlîka xwendinê de, dil dibe mîna amûrekê muzîkê, û dijene. Ev jenîn mîna mizreba di destê sazbend de, peyv dibin ‘pena’ ku li têlên dilê helbeskar dide, ev lêdan jî dike ku peyvên helbestê nola notayên stiranekê miqamdiyar ji gewriyê derbikeve…
Ev şêwe resentirîn şewêxwendin e û bo her helbestkarî/ê derbasdar e.
Bo vê mînakê meriv dikare du helbeskarên tirkî wekî mînak bide: Ahmed Arîf û Nazim Hikmet.
Li layê din; rexnegirin wekî qelsesistiyeke di navbera helbestê û helbestkar de şîrove bikin jî xwendina bi dengê dû re lêbarkirî; ew xwendin e, ku helbestkar ne bi dengê kêlîkê, bi newayeke din, bi dengekî bi dû re bo helbestê hatî peydakirin helbestê bixwîne.
Wekî ku me li jorê jî got hemû kitêbên pîroz bi dengekî pîrozwer hatine/têne xwendin. Heman ‘pîrozweriyê’ bi şêweyeke ji şêweyan xwe hilgirtiye xwendina helbesta klasîk…Ji ber hindê, li Îranê helbest hê jî li ber newaya şîmşalê/bilûrê, an jî neyê têne xwendin.Û jixwe miqamekî her xazelê, yê qasîdeyê, yê çarînê heye, ku ra û rîşalên wê ji serkaniya berî hezarên salan avê vedixwin.
Bo vê şêwexendinê, ji helbesta Kurdî du navdartirîn navdaran wekî mînak meriv dikare hilgire dest: Ehmed Huseynî, Şêrko Bêkes.
Herdu xweşhelbestkar jî- bi qasî ku helbesta serbixwe û bendazad lêdikin, dema ku dixwînin, helbesta xwe ya xweser û serbixwe dişikînin û mîna ku beyte-ristên qasîdeyêkê bixwînin, helbesta xwe wisa bi dengçêjî, sermestî û konenewayî dixwînin. Li hêla din, biqasî ku ji heman ekolê tê, Abdula Peşêw berevajî Bêkes bi ‘dengê kêlîkê’ helbesta xwe pêşkêş dike.
Xwendina teatrel: Meriv dikare navekî din jî li vê şêwexwendinê bike: Xwendina demrîtûelî. Ji ber ku xwendevan- ew dikare leyistikvanê şanoyê an jî kesekî dengraveker be-di kêlîka xwendina helbestê de li gel deng bi dest û pê, çav û awir û hemû mîmikên pêdivî, helbestê raberî temaşevanan dike.Ev şêwe, li gorî têgihiştina kes a ku ji temayê/naverokê werdigire dikare cuda û veguherîner be.
Xwendina xwîner: Em dikarin bibêjin şêwexwendina herî azad e ev şêwe. Ji ber ku her xwendevan di seqaya kêlîka ku tê de dijî,- bi ser dengê hûndirîn ê ku helbest vedihewîne vebûbe venebûbe- bi dengê xwe yê hûndirîn(bêhiska) an jî derkirî dikare bixwîne. Û ew, bo her xwînerî têt guhertin. Bi qasî ku têt guhertin, evyek bi biservebûna dengê helbestê ê hûndirîn û lêguhdarîkirina şêwexwendina helbestkar re- dikare veguhere, bibe dengê helbestkar bi xwe…
Û, jixwe helbest bi qasî ku ya helbestkarê/a xwe ye, ew ya herkesî ye!
* Ferhad İçmo