
Di vî halê civakî û aborî yê giran de dewleta nû avabûyî (rewşa wê jî pir dijwar bû) biryar û qanûnê nû qebûl kirin. Nava demeke kin de dest bi kampaniya dijî nexwendîtiyê bû, elfebeyên netewî hatin demezirandin, gundên Kurdan de dibistan bi zimanê dê hatin vekirin, xwendexanê hazirkirina kadirên xwexatiyê vebûn, weşena pirtûkan bi zimanê dê dest pê kir, şaxê koma nivîskarên Kurd li rex yekîtiya nivîskarên Ermenîstanê vebû. Weşena rojnema RÎYA TEZE û ocaxên perwerde û çandêye netewiye din bûn bingeh ji bo pêşdahatina edebyeta netewiyê navêda usa jî helbestvaniyê.
Wê demê kadirên Kurdan pir kêm bûn, despêkê de bawarkî tune bûn.
Di vî halê dijwar de rewşenbîrên Ermenî bi xêrxwezî berbirî wî karî bûn û alîkariya mezin dan ku bingeha edebyeta Kurdî di wî welatî de bê danîn. Payê wan rewşenbîran tevî civakên Kurdan jiya bûn, ziman, xeyset, erf û edetên Kurdan zanibûn.
Efrandarên Kurd e ewlin hîmlî gênc bûn, yên sêwîxana de mezin bûbûn, dibistananên sêwîxana de perwarde bûbûn.
Ji nivîskarên Kurdên Sovêtê ewlinin Emînê Evdal, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Etarê Şero, Ahmedê Mîrazî, Wezîtê Nadirî helbest nivîsîne û weşandine, ji pey wan ra Qaçaxê Mirad, Usivê Beko û hineke din tên.
Lêkolîna helbestên Kurdî yên wê demêye weşendî nîşan dide, ku payê wan efrandinaye pirê di ware ziman qewl û qanûnên helbestvaniyê de dikulin, gelekî sade û pirozayîkin. An pesin in, hikumdariya komûnîsta, dewra Sovêtê, pêşîkar û serokên wê sazîmanê digihînin esman, an jî nelet û û nifir in derheqa dewrana derbasbûyî da… Her tiştê dewrana çûyî reş e, dewrana sovêtiyê ronayiye, evdên feqîr-belengaz hemêz dike, jêra bextewariyê tine û ji zulma dewra çûyî xilas dike. Li ser edebyeta wê demê hikûmê ziman û helbesta Ermenî berbiçev e. Cem Etarê Şero kêmaya xwendevaniyê xwe nîşan dide û wî dikşîne berbi zargotina gelêrî, xazma dengbêjiyê, lê nikarê dengbêjiyê efrandarya xwera bikin hîm û xebera xweye xwexwetyê bêjin. Ji efrandinên Ahmedê Mîrazî û Wezîrê Nadirî bîna edebyeta Kurdaye kilasîk tê, lê kamilbûn hê nîne. (Heyf, Wezîrê Nadirî zû çû ser dilovaniya xwe û pêra negîhand xebera xweye helbestvaniyêye esil bêje).
Li cem Qaçaxê Mirad û Ûsivê Beko pirîskên helbestvaniyê têne xanê.
Lêkolîna berhemên helbestvanên wan salan nîşan didin, ku ew dixwezin xwera rêkê vekin, gotina xweye xwexwetiyê bêjin lê tê bêjî şureta efrandariyê têrê nake, fikirên siyasî helbestê dixeniqînin û wan dikşîne goveka zargotinê. Ji bo wê helbestvanên jorgotî paşê destê xwe avîtine destanên gelêrî…
Dewsa teknîka çêkirina helbestê, kêşesazyê û tiştên din ji zargotina gelêrî hildin, hinbin dikevin nava naveroka destanan û wa gotî veçêkirna wan, wan dikin mecal ku fikirên xweye siyasî bêjin, dewra çûyî nuxsankin, li nav qelş û qetên destanan de ronaya sosiyalîzmê bivînin. Di nav wan da jî dixalifin, rêya xwe tev li hev dikin û hêza wan nagihîjê nave derên. Destanên bi destê wan veçêkirî qelsin, seqet in û ji qîmêtê xweyî gelêrî pir nizm in.
Navbiriya salên 1937-1955’an ku kete navbera pêşdaçûyîna çand û kultura Kurdî li welatê sivêtê xazma Ermenistanê, ziyaneke giran gîhand e wê pêvajoyê. Lê çî jî hebe, wan salan ji bo pêşîroja edebyeta Kurdî bingehek hate danîn.
Ji nivê salên 50’î dîsa rojên xweş seva pêşdaçûyîna çand û kûltûra Kurdê Sovyetê hatin. Dîsa dest bi weşana rojnama Riya Teze, axaftinên Radyoya Yerêvanê bi zimanê Kurdî bûn, xwendinxana dersdar hazirkirinê vebû, Beşa Nivîskarên Kurd li rex Yekîriya nivîskarên Ermenistanê karê xweyî efrandariyê gumrih pêşda bir, di Akadêmya Ermenistanê Zaniyariyê, İnstîtûta Rohilatzaniyê da para Kurdzaniyê vebû, pirtûkên Kurdî hatine weşendin û hwd...
Vê carê meydana karkirinê vala nî bû, kadrên Kurdaye anegor hebûn.
Salên xweye efrandaryê de bûn Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Ahmedê Mîrazî, Casimê Celîl. Her usa jî hatin gihiştine wan Qaçaxê Mirad, Usivê Beko, Eliyê Ebdilrehman, Nado Maxmûdov, Mîroyê Esed, Xalîl Mûradov û hinekên din, yên ku karên dewletê, cuda-cuda da dixebitîn. Erebê Şemo ji piştî vegera ji sirgûniyê karên xwye efrandariyê xurttir kir.nivîsarên xweye salê siyî carke din li ber çava re derbaz kir. Payê vane pirê nivîsara vekirî va mijûl bûn.
Zanyar Emînê Evdal di tev xebatên xweye Kurdzaniyê, zargotinê, gelek helbest û destan weşandin. Hêjayî bîranînê ye destana wiye “Gulîzer”. Ev destana di radyoya Yêrêvanê para axavtinên Kurdî de kirin radiyokompozîsiya û alyê guhdara va bi hizkirin hate qebûlkirin.
Helbestvan Casimê Celîl gelek berevokên helbest û destana weşend. Salên cuda-cuda berevokên wiye “Elegez”, “Beyt-serhatiyên Kurdan yê evîntiyê”, “Kanya dê”, “Ocaxa min”, “Kilamên çiya”, “Oda curda”, “Kurdê Bengî” çap bûne.
Xudanê çend berevokên helbestan in Qaçaxê Mirad û Usivê Beko. Di tevî nivîsê xweye vekirî xudanê çend berevokê helbesta ne Eliyê Ebdîlrehman.
Li ser vê govekê û bingehê dengê edebyeta esîl ji pêy salê 60’î ra hate bihîstin: Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşît, Fêrîkê Usiv, Simoyê Şemo, Egîtê Şemsî, Rîzalyê, Eskerê Boyîk, Tosnê Reşît, Çerkezê Reş, Elîxanê Memê, Bariyê Bala...
Ji van hineka bi şureta afrandariyêye mezin, hineka bi xebathizî û zanebûnê pirr riya xwe vekirin û ji alyê xwendevana da hatine naskirin û qimetkirin.
Mîkaîlê Reşîd yek ji helbestvanên Kurdên Soveta berê yên herî navdar û xweyê berhemên giranbiha bû. Ewî zanînê xweye edebyetê yek ji navendên zanîngeha edebyeta cihanê, înstîtûta edebyetê ya ser nave Maksîm Gorkî li bajarê Moskivayê hilda bû. Ew pêshengê nûjentiya helbesta Kurdî ya Kurdên soveet ê bû. Wî gelek cure û stîlên helbesta nûjen ya cîhanî anî nava helbesta Kurdî. Di helbestên xwe da texnîka helbestvaniya nûjen carna bi zanîstî tevî cûrên klasîk û zargotina gelêrî dikir û cûre- naverokeke nûye xweşik dihat hûnandun.
Hinek helbestên wî, tevî nûjeniyê, usa ketine qalibê netewiyê, ku bûne sitiranên hizkirî.
Sala 1961’ê berevokên helbestan, ya Şikoyê Hesen “Qlçîçek” û ya Fêrîkê Usivê “Çevkanî” çap bûn. Weşandina van herd berevokên helbestaye ewlin, qewmandin bûn li nava edebyeta Kurdê Sovyêtê da. Herd şayîr jî xwedêdayî bûn, wextekî kin da bûn hizkiriyê xwendevana.
Ş. Hesen ji rûyê tengasiyên aborî û der dorên neqenc de nikaribû temamiya qewat û şureta xwe boy pêşxistina edebyeta gelê xwe bida kêranîn. Ji pêy weşandina du pirtûkên helbest ra: “Tembura Kurda” û “Meremê dilê Kurd”, çîlûheyşt saliya xwe de çû ber rema Xwedê. Lê çi jî hişt pirr giranbiha ne.
Berfire ye goveka efrandariya Fêrîkê Ûsiv. Wî mîrateke pir mezin û zengîn ji pey xwe hiştiye. Ev berevokên wiye helbesta hatine weşandin: “Gula Elegezê”, “Lîrîka”, “Usivê Nebya”, “Narê”, Hisretdefter”, ( di berevoka “Bihara teze” N 1), “Dinya Delal” (di berevoka “Bahar” N 6). Fêrîkê Usiv hostê xebera bedewtiyê bû. Ewî bi helbest û destanên xweye delal reng û rewşeke nû de cûre û naveroka helbesta Kurdî, bi heqî gotî nûjeniya esil anî nava poêziya Kurdaye pirqurne. Ji cûrê kilasikê dûr neket, lê bi rê û şopa xwe ew dewlemend û rengîn kir, bi Kurdî gotî qesra xweye bedew li rex qesrên şayîrê Kurdaye nemir çêkir. Destanên wiye “Usivê Nebya”, “Xewna Mîrmîh”, “Rihana Reşo”, “Hisret” û yên din ne ku tenê sertacê efrandinê wî ne, lê usa jî mirov kare wana dayne li rex destanên kilasikên meye here mezin.
Ew ji derca gundê xweyî biçûk, bilind bû ber bi pirsgirêkên cihanê yê here ferz, ji sadetiya jiyana gundiya niqoyî li nav felsefe û aqilbendiya mirovatiyê ya hera gure û diramatîk bû, ji çîrok, kilam û destanên odên gelêriyê yê „hezarsalî“ derbazî pirsgirêkên pêşvaçûyîna destanînên zaniyariya vê dewranêye here kûr bû. Dilê şayîrî nazik li ser her pirsgirêkê dikewgirî, wan li nav kûrma agirê dilê xwe re, li nav hizkirin û sura afrandariyêye esil re derbaz dike, xwendevana re dikeve şêwrê, bersîva pirsgirêkan dide, wan dike efrandinên bedewetiyêye nemir û dide xwendevanê xwe.
Helbestvanên hêja û xweyê riya xwexatiyê ne Simoyê Şemo, Egîtê Şemsî, Rizalyê Reşît,.Sihîdê Îbo, Karlênê Çaçanî…
Nivşên pey wan ra Eskerê Boyîk, Tosinê Reşît, Çerkezê Reş, Elîxanê Memê, Bariyê Bala xwe ra ronayîke geş, kûrayîke anegor û bineke xweş anîn.
Li nava kurtenivîseke wa da mecal nîne wan hemû kar-barên li nava wan 65-70 sala de di werê helbesta Kurdî de hatiye kirin bê gotin, qimetkirin û analîzkirin.
Ew mijara ne ku miqaleke wa ye, lê bi deha xebatên edebyetzaniyêye mezin e.
Edebyeta Kurdê Sovêtê bi cûre, naverok û temamiya xwe şaxekî edebyeta Kurdaye teybetî ye. Rast e li xerîbiyê hatiye efrandin, lê mîna xûn-goşt tim li welatê xwe ve girêdayî bûye. Pêvajoya pêşdaçûyîna çand û kûltûra Kurdî li Ermenistanê gumrih berdewam kir heta salê 90’î. Rûyê pêşdahatina qewatên miletçiye şovûnîst, hilweşîna qeydê Sovêtê, avayê çand û kûltûra Kurdaye li wur jî hilweşiya.
ESKERÊ BOYÎK