Kovara ku bi dosyayên "Demokrasiya Radîkal û Neteweya Demokratîk" hate weşandin, li ser naverok û girîngiya demokrasiya radîkal û neteweya demokratik rawestiya ye. Kovarê di vê hêjmarê de ev têgeh bi awayekî wate û zanistî lêkolîn kiriye û pêşkêş kiriye. Her wiha dîsa cih daye nivîsa rojnameger û nivîskar Cengîz Çandar a "Ji bo Enqere-Amedê, dersên Londra-Belfastê." Kovarê cih daye nivîsa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Neteweya Demokratîk" û bi xwendevanan re parve dike. Di kovarê de nivîskarên wekî Sakip Hazman bi nivîsa "Îslam, Dij-Îslam û Çareseriya Neteweya Demokratîk", Abdullah Koç a wekî "Rola Çapxaneyê ya li ser civakîbûn rewşenbiriya Kurdan", Prof. Dr. Samî Nair "Çepê Ewropayê bi ku ve diçe?" û Prz. Emran Emekçî "Ji bo Makeqanûna Demokratîk Rêgez û Pêşniyar", Alî Koç "Alternatifa Civakê ya Azadiya Demokratîk: Demokrasiya Radîkal", Nasrullah Kuran "Netewepeweriya Netew-Dewlet, Oldariya Nûjen, Neteweya Demokratîk, Yekîtiya Azad a Gelan e", Ridvan Çelîk "Bi Perspektifindên Demokrasiya Radîkal, nerîna Konfederalizma Demokratîk", Îrfan Yildiz-Omer Çelîk, "Di avakirina Moderniteya Demokratîk de Peyvirên Entelektuel", Haci Alî Başturk, M. Şîrîn Bozçali û Aydin Şaka "Derbasîbûna fermî ya Dîrokî ya Hilbijêrtiyê û Demokrasiya Radîkal", Nujiyan Bahar "Beramberiya Jin û Zilam asîlîme kiriye" cih girtine.
Di hêjmara 3'emîn a kovarê de helbesta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 8'ê kanûna 2010'an de bi navê "Ji Rewrêş re" ji bo Dewrêşê Evdî nivîsandiye hatiye weşandin.
Jibo Derwêşê EvdîXwezî li çiyayê Şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma
Li ser pişta hespê boz li deşta Mûsilê bûma
Dema Derwêş birîndar dibû, biketama bin çengê wî
Û ber bi çiyayê Kurdistanê ve berjor çûma
Min jê re bigota,
binêre, va ye bi hezaran Edûlê û Diwanzdeh Hewarî hene
Min jê re bigota
Li van çiyayê ku Xwedavendan lê textê xwe daniye
Rihet û aram razê
Min jê re bigota;
Mirin...
Ji ku tê û çawa tê bila bê
Êdî xeman nexwe!
Ya ku hatiye erêkirin, Kurdbûn û jiyana azad eÊdî ev rastiya ebedî ye...“
DÎHA/STENBOL