´Welatê Nîne´ çîrokeke efsûnê ya KUrdan a gelêrî ye, ew behsa berxwedana wan a li çiyan û çolan dike. Şahidiya li berxwedaneke mezin e, serpêhatiya wan kesan e ku dikarîn li dijî xedariya milîsîn tundraw di bereya pêş de şer bikin. Serpêhatiyek e ku heta roja me ya îro dewam dike, divê neyê şikandin û karekî lezgên e ku bê vegotin…
Du şanogerên navdar ên Îtalî bi lîstika “Welatê nîne” berxwedana gelê Kurd dibin ser dike şanoyê. lîstika ku li Napoliyê hat ecibandin, li Mîlanoyê jî derkete ser dikê.
Şanoger Gigi Gherzi û şanoger û derhêner Fabrizio Saccomanno ji bo projeyê cara pêşî bi hev re xebitîn. Ev herdu şanoger û hunermendên vegotinê, jêhatî ne di lêkolîna bûyerên bir rastî û bi zimanekî helbestî vegotina wan li ser dikê. Lîstika “Welatê nîne” jî ji ber pêdiviya nîşandana mezinahî û aliyên êrişa li dijî miletekî xwedî utopyayeke siyasî, derketiye holê. Şanoya şaredariya Novoli, festîvala Collinarea Festivali şanoya Principio Attivo, komeleya Olinda Onlus jî destek dan amadekirina şanoyê. Sûd ji dostên Kurdan ên Îtalî, lêkolîner û çalakgeran jî hat wergirtin. Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê ya li Îtalyayê bi van herdu şanogeran der proje amade kiriye.
Berxwedana Kurdan vedibêje
Lîstika ku li Napoliyê hat nîşandan û gelekî hat ecibandin, niha jî li Şanogeha URA ya Milanoyê hat nîşandan. li ser dikê du kes hene, li pişt wan dîwarek û ev dîwar bi demê re vediguhere textenivîsek û nexşeyeke hestan. Bi kesên xwedî tecrûbe, ew behsa berxwedana Kurdan dike. Û timî ya li pêş jî “Hûn nizanin wê çawa vebêjin” e: “Lewma hûn wan nas jî bikin, ti carî hûnê ji wan fêm nekin, ji ber ku feryad û fîxana wan ji sirrekê, ji bedewiyekê û carinan jî ji sawekê û wêde ye.” Bi van gotinan jî rexne tê girtin li dûrbûna ji rastiya Kurdan.
Di lîstikê de cihê wan pêşniyazan jî heye ku serê xwe pê diêşînin ka mirov li dijî valakirina naveroka demokrasiyê roja me ya îro bike. Lewma elaqeya dîroka Kurdan bi vê pirsê re jî heye. Armanca lîstikê ew e ku nîşan bide ku Kurd ji ya xuya dike bêhtir tesîrê li herkesî dikin û bi rengekî ji rengan Welatê Nîne, hinekî jî welatê herkesî ye.
Jiyana nû li ser dikê
Şanoya Tiyatro Napoliyê lîstikê wiha dide nasîn: “Li wê deverê me Welatê Nîne nas kir. Me miletekî ku ji nû ve dest xeyalan kir, nas kir. Ew xeyal dikin ku bêyî bibin dewlet, weke miletekî bijîn. Ew dibêjin, mirov dikare li cografyayekê bijî ku lê pirrengiya komên dînî û etnîk nabe sedema qetlîaman. Mekanekî ku mirov wê çarenûsa xwe diyar bikin, xwe bi xwe birêve dibin, jin dikarin ji mala xwe dekevin û rûyê xwe bidin vedîtin û mafê wan ku bipeyivin. Me ev tiştên tên gotin weke ku çîrekek be bihîstin…
Di dawiyê de me li Îtalyayê serpêhatiya wan mirovan şopand. Dema ku mirovên vî miletî ji hepsan, ji zilma siytasî û şer reviyan, bi keştiyekê gihiştin peravên me yan jî di bejê re xwe gihandin bajarên me, awirên em ji wan vedidin çi ne?Hebûna wan ji bo me çi ye?
‘Welatê nîne’ çîrokeke efsûnê ya Kurdan a gelêrî ye, ew behsa berxwedana wan a li çiyan û çolan dike. Şahidiya li berxwedaneke mezin e, serpêhatiya wan kesan e ku dikarîn li dijî xedariya milîsîn tundraw di bereya pêş de şer bikin. Serpêhatiyek e ku heta roja me ya îro dewam dike, divê neyê şikandin û karekî lezgên e ku bê vegotin…” Lîstik îro wê li şanoya navdar a Milanoyê, Teatro Elfo Puccini bê nîşandan û heta 2´yê Kanûnê jî wê nîşandana wê dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN