Girtiyên ku bedena wan hatiye girtin, ji bo ruhê xwe zindî bikin, tim dixwînin, helbest, çîrok û romanan dinivîsînin. Nivîsandin ji bo girtiyan bûye parçeyekî jiyana rojane.

 

MELÎKE CEYHAN / MA / STENBOL

Zeynep Eroglû ya endamaPiştevaniya Zindanan e, ku niha bi projeya “Helbestên Azad” helbestên girtiyên siyasî berhev dike, got: “Armanca me ew e ku neyên jibîrkirin û em xwedî li berxwedana wan derkevin.”     

Endama Koma Piştevaniya Zindanan Zeynep Eroglû, behsa projeya “Helbestên Azad” kir.

 

Tenê Kurdî be

Eroglû, diyar kir ku bi salan e ew peywendiyê bi girtiyan re datînin û ji bo ew bibin dengê girtiyan, wan dest bi projeyeke wisa kiriye. Girtiyên ku bi projeyê hesiyaye, xwestiye proje tenê ji helbestên Kurdî pêk were. Li ser vê yekê Zeynep Eroglû wiha peyivî: “Girtiyên ku me xwe gihand wan, proje li xweşiya wan çû. Û helbestên xwe dişînin. Ji ber ku Kurdî bi salan e qedexe ye, wan xwestiye proje ji helbestên Kurdî pêk bê.”   

 

Bûye parçeyeke jiyana rojane

Her wiha Eroglû qala zext û zorên li Zindanan jî kir û got, “Girtî her roj bi qedexeyan re rû bi rû dimînin. Wan dernaxin hewadariyê, hevdîtin û mafê wan ê telefonê, pirtûk tên qedexekirin û di girtîgehê de nahêlin girtî biçin cem hev.”

Girtiyên siyasî bi berhemdariya xwe çend salên dawî di wêjeya Kurdî de xuya bûn, li ser vê yekê jî Zeynep Eroglû dibêje, “Girtiyên ku bedena wan hatiye girtin, ji bo ruhê xwe zindî bikin, tim dixwînin, helbest, çîrok û romanan dinivîsînin. Nivîsandin ji bo girtiyan bûye parçeyekî jiyana rojane û di dema sewqkirinê de, ji bo hevdîtina bi parêzeran re tim daxwaznameyan dinivîsinin û bêwestan bi nivîsê re mijûl dibin.”

Bêrî ku çap bibe mirine

Bi pêşketina teknolojiyê re gelek nivîskar li dewsa pênûsê kompûterê tercîh dikin ku karê wan jî rehettir dike, lê li zindanan hê jî ji ber nebûna derfetan, girtî bi pênûsê berhemên xwe dinivîsin. Eroglû jî vê yekê bi bîr dixe û dibêje, “Dema tu bi destan dinivîsî, daîma tu nivîsê sererast dikî. Amûrên teknolojîk tine ne. Ji bo vê, di warê ruhî, mêjî û keda destan de tevdigerin. Di zor û zehmetiyên wisa de berheman dinivîsînin, lê yan îdare dest datîne ser van berheman yan jî ji ber rewşa aborî nayên çapkirin û tên jibîrkirin. Mesela Aram Akyuz 22 salan di girtîgehê de ma, dema di girtîgehê de bû xebatên wî yên teorîk hebûn û wî ew ji weşanxaneyan re şandibûn, lê nehatin çapkirin. Dilê Akyuz sekinî û ji ber îhmalkariyê mir. Gelek hevrêyên me berhemên xwe ji weşanxaneyan re şandine, lê bêrî ku çap bibin ev berhem, ew mirine.

Heta nexwîne roj naçe ava

Girtî heta nexwîne roj naçe ava û heta nenivîsîne roj hilnayê. Em dixwazin bi helbestên wan, wan û hezkiriyên wan bînin cem hev. Ev çalakiyeke ku ken li rûyê hevalên me yên ku tevî her tiştî li ser piyan in.”