FIRAZ BARAN / KOLN

Li Kurdistanê bajarên ber Firatê xwedî devokeke cûdan e. Her devok şirîniya zimanê me ye û kaniya zimanê dayikê jî ev devok in.

Mahmûdo yan jî bi navê xwe yê nasnameyên fermî yên dewletan, Mahmut Filimci demeke dirêj e kilam digotin, niha jî helbestên xwe çap kirin. Di nava van helbestan de 12 jê bi devoka Berfiratê jî hene.

Mahmut Filimci bi devoka Berfiratê helbestan dinivîse. Îsal kitêba wî ya helbestê a bi navê “Hêviyên Min / Zêmarên Min (Umutlarim/Agitlarim)” derket. Kitêb du beş in. Beşa helbestên Tirkî û beşa helbestên Kurmanciyê. Kitêb Hezîrana îsal derçû û bi giştî 112 rûpel in. Tê de 12 helbestên bi devoka Berfiratê jî hene.

Usûlê sedsala 19´an

Ka em binêrin bi vê devoka şîrîn Mahmut Filimci çi nivîsiye. Filimci sala 1950´î li gundê Maxsiyan ê ser bi Markazê (navçeya ser bi Mereşê) hatiye dine. Helbestên xwe jî bi giranî wek sedsala 19´an dinivîse. Wek mînak di helbesta Xacê de van ristên li jêr dibêje:

Çamî Oxse î wa gazik a

Coke barva min mezik a

Azî nixwoşî halak im

Mirino min hot ê nêzîk a

Tu sabobo conî minê*

Nakaratên Filimci jî balê dibin ser xwe. Nakarat û beşek ji helbesta Zînê nimûneyeke ji bo vê yekê:

Molê xay la orjêr molon

Ê rûnîşte la siyê talon

Rind la hardarake hana

Tê xoydaka mîno gûlon

Lê lê Zînê Zînê Zînê

Tu sabobo conî minê

Kaniya wî Kurdistan e

Mahmut Filimci ev 40 sal in li bajarê Swîsreyê Baselê dimîne. Lê di helbestên xwe de zozan û gundên Kurdistanê hene. Yanî xurtiya wî ya îfadeya helbestê, kaniya helbesta xwe jê av dide Kurdistan e. Di helbesta “Wax La Min” de ku ji bo vê nimûneyek e, ew dibêje:

Wa qurbana halqê çovon

Mîno stewrikon û hîvon

Waxto yoyle çê rind bû

Tê bêrîcî azî wa şivon

Strana Kaçka Maxson

Filimci li tembûrê jî dide û carinan kilaman jî çêdike. Li navçeya Markazê,van salên dawî kilama wî a bi navê “Kaçko Maxson” navdar e. Beşek ji vê kilamê çîroka kilamê jî ber çav dike:

Hara lê lê şorp la yonê

Kaçik tu rindo Maxsonê

Çove dokê ta wa daren

Ki tu nadon a Sofîlonê

Helbestên Mahmut Filimci bi Tirkî giranî li ser bûyerên siyasî û êşên neteweyî ne. Lê helbestên Kurmancî mirov dikare bêje hemû kilamên dil û bengîniyê ne.

* Tu sebeba canê min î

Hem Mahmûdo û hem Dersimî ye

   

Mahmut Filimci yan jî bi gotinên Nihat Behram ku wî di dawiya kitêba Hêviyên Min / Zêmarên Min dide nasîn, Mahmûdo, tenê dbistana destpêkê xwendiye, lê ew otodîdaktekî serketî bûye. Yanî her kitêba ketiye ber destê wî, wî texsîr nekiriye û xwendiye. Ew di kilaman de mexlasa Dersimî bi kar tîne. Ev demeke dirêj e mişext e. Hevjîna wî Ayşe jî weke wî ji gundê Maksûduşagi ye. Malbata wê şahidî li komkujiya Mereşê ya 1978´an kiriye.