Ligel sedan helbesthêzan, Serokê Pen a Kurd Şehmus Sefer, nivîskar Îrfan Babaoğlu, nivîskarê navdar ê Başûr Bedirxan Sindî, diplomat Evdal Nûrî, endamên KURDÎ-DER'ê û KCD'ê, Hevşaredarê Peyasê Memet Alî Aydin gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd beşdarî bernameyê bûn. Serokê Pen a Kurd Şehmûs Sefer di axaftina vekirinê de kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina Adbullah Peşêw anî ziman û da zanîn ku bi xwedî derketina wêje û çandê, folklora Kurdî jî bi pêş ve dikeve. Sefer, destnîşan kir ku dema ew li wêjeyê dinêrin û romana Kurdî bixwînin dê baştir Arjen Arî, Abdullah Peşêw û Cegerxwîn nas bikin û wiha li dawiya axaftina xwe anî: "Li ber sekna Peşêw a Kurdistanî ew di dilê me de ye. Xelata Nobelê bigire jî negire jî ew di dilê me de xwedî cihek girîng e."
Di bernameyê de ji Zanîngeha Amerîkayê a Iraqê, Marîe Labrosse helbestên Peşêw ên ku xwe wergerandibû bi zimanê ingilîzî xwendin. Labrosse jî da zanîn ku Kurdî xwedî dewlemendiyek mezin e û ew kêfxweş bûye ku helbestên Peşêw wergerandine. Dema Peşêw derket li ser dikê jî guhdarvanan bi çepikên xwe eleqeyek mezin nîşanî wî dan.
Peşêw, di destpêkê de spasiyên xwe pêşkêşî kesên ked dane bernameyê û got ku divê nivîskarên başûr zêdetir werin herêmê û parvekirin zêdetir bibe. Li gel Peşêw jî kesek ku zaravaya kurmancî helbestên Peşêw xwendin. Piştî her helbest xwendina Peşêw guhdarvanan bi eleqeyek mezin çepikan lêxistin. Di dawiya xwendina helbestan Peşêw ji guhdarvanan re spas kir. Piştî bername bi dawî bû Peşêw pirtûkên xwe ji bo xwendevanên xwe îmze kir.
AMED