Helbesta Mu’înî ya bi navê “Êy Şem’ha bêsûzîd” (Ey mom, bişewitin) ji alî wêjwhezan ve dihat nasîn. Mu’înî karê nigarkêşiyê jî dikir, lê bi sebeba dijayetiya malbatê, ev kar nekir, û sala 1941’an de dest bi çalakgeriya siyasî kir. Piştî bi mûjilbûna siyasetê rojnameya “Selehşûranê Xerb” çap kir, û di encamê vê yekê de hat darizandin p piştre jî wargeha xwe terikand.
Digel mûzikjenan xebitî
Rehîm Mu’înî digel hunermandên ayan wekî Elî Tecvîdî, Pervîz Yaheqî û Homayûn Xorem derbarê mûzîkê de xebitî. Her wiha stranbêjên ayan wekî DIlgeş û Merziye jî helbestln wî gotine. Bi piştevaniya kurê xwe Mu’înî helbest û stranên xwe çap kirin. Her çend ku Rehîm Mu’înî Kirmanşahî Kurd bû, û di malbateke kevnar a Kirmaşanî de hatibû dinê, lê ti demekê, karên Edebî û hunerî bi zimanê Kurdî, yan derbarê Kurdistanê de belav nekirin.
TEHRAN