Avahiya helbestê û hostatiya nivîsandina wê, dibe navê helbestvanên serkeftî. Helbest; mîna avahiyeke ku bingeh, stûn û dîwar wê bi keviran, bi hev ve tê girêdan e. Pêwîst e ku helbestvan girîngî û pûteyê (îhtîmamê) bi hemû pêkhatên helbestê bidin. Helbest nivîsandin curekî hostatî ye. Divê helbestvan bizanibe çi dike, bi çi û çawa avahiya xwe ava dike. Mînak çawa ku kevir û kerpîç ji ber xwe ve nabine avahiyeke sipehî û lihevhatî, ji bona avahiyeke sipehî û hêja gelek materyalên din divên. Ji materyal pirtir, zanîn û xebata avahîsazîkî/e zîrek pêwîst e. Her weha gotin û peyv jî nikarin bê hunermend bibine berhemên hunerê. Helbestvan jî di keseyatiya xwe de berhemekî ronakbîrî û ezmûna helbestrêsiyê çê neke, ew ne dikare bibe hosteyekî/e baş û ne jî avahîsazekî/e baş. Ji ber wê ye ku di helbestên hin helbestvanan de nêrînên bê ser û ber nexuyaneyî hene. Ew bi xwe jî nizanin ka çi dibêjin. Ev ne hostatî, ne şahrezayî û ne pisporiyê dide çêkirina helbestê. Di encam de ev tevlîheviya wate û nêrînan tevlîhevekê di helbestê de çê dikin. Peyvên beravajî li helbesta xwe kom dikin û xwe bi wan peyvên ne sewihayî (negehiştî) dixapînin. Helbestên wan di cih de ji bîr dibin, qîmetdara wê gavê û avahiya peyvên ziwa û bêwate ne. Helbestvanê ku bi rastî helbestvan be, peyvên hevokên helbesta xwe di kûra dilê xwe de dikelînin. Li nav sind û çakûçê xeyal û hestan disewênin, bi lêvên pênûsê dihesênin û dirijênin ser kaxizê. Ev helbestvan bi awirtûjiya bazan, li ser baskên kevokan, bi gumêna ewr û birûskan, bi xunava li ser dêmên kulîlkan dinivîsin helbesta xwe. Hestên xwe yên nazik mîna tîran derbasî hişê xwendevanan dikin.
Helbestên van helbestvanan di giyanan de deng vedidin, serkêşiya peyvê dikin û bahozan di hişê xwendevanan de radikin. Li ber civakan tariyê didine çirûsandin û çirûskan direşêne ser xeyalan. Pencerê ji xewnên ramanê re vedikin û qîrîna wêrekiyê nîşanî civakan dikin.
Bi helbestên xwe stûna dilxirabiyê hildiweşînin û di şûna wê de gulên bêhnxweş diçînin. Helbestvanê hosta helbestê bigiriyîn jî bi giriyê biaqil digirîn. Ew helbestvan bi maça siya evînê, şûrkêşên meydana cenga hunerê ne. Qasidên hatina babilîsokê û pingbûna lehiya avê ne. Helbestên wan ji hevokên hezkirinê barkirî ne û bi melodiya peyvê û herika ahengê derbasî dilê helbesthezan dibin. Bi hostatiya xwe rûbarê raman, hest û xeyalan bi zanîn hunandina peyvê, zîman di helbestên xwe de direqisînin.
Ji ber wê ye temendirêjî û bandora hemû helbestan li ser xwendevanan ne yek e. Helbestên ku helbestvan bi rojan li ser wan nehizirîn û kar nekirin, gelekî zû bandora xwe winda dikin. Lê bandora helbestên hostayên helbestê ji nifşan derbasî nifşan dibin.
Jîriya helbestvan bi danîna hêmanên helbestê diyar dibe. Hêmanên helbestê li gorî pêdiviya wan wisa têne rêzkirin. Yekemîn form, duyemîn deng û seyemîn wate ye. Lê ya herî girîng formekî ku li bejnûbalan herduyan were pêwîst e. Helbesta ku formê wê xweş be, wate û dengê wê jî xweş dibe. Form di helbestê de çira ye ku çira nebe, çêja çûna nav helbestê, riya têgehîştinê û hişmetkarî ya (heyirandin) wêne jî tune ye. Yedullah Ruyaî helbestvaniya xwe wisa dide nasîn, ’’ji ber ku ez pêwîstiyê didim form, pêşî form tê, piştre naverok tê. Yanî di helbestên min de form û naverok bi hev re weke du zarokên cêwîk nayên. Pêşî form dizê, piştre ji bo ku jiyanê bide form û wî bigehênê naverok tê dinyayê.’’
Form pencera meyzekirina helbestê ye. Her weha ev hîmekî wisa ye, helbest li ser disekine ku ev nebe hilweşîn û herifîn çêdibe. Lê form bi tenê jî nikare li ser piyan rawaste. Pêwîstiya form bi naverok û dengekî lihevhatî, tijî û gelekî zexm heye. Ku hersê hevdu temam nekin, avahî diherifê û helbestvan jî di bin xirbihên avahiya xwe de dimîne û nabe xwediyê gorekê jî. Hin helbestvan giraniyê didine form lê naverok û ahenga dengan kêm dihêlin. Rast e, form di nav hêmanên helbestê de cihekî girîng digire. Lê weke hêmanên din bi tena serê xwe nikare helbestê bike helbest.
Hin helbestvan pir giringiyê didine neverokê, formê helbestê û ahenga dengan xira dikin. Bi wêneyên watedar helbestên xwe dixemilînin. Lê wêneyên ku di helbestê de bi cih dikin ji formê helbestê pirtir, dişibin formê çandê yên din. Divê were zanîn formê bi cihkirina
wêneyên helbestê ji hemû beşên çandê yên din cuda ne û gelekî bi zehmetî wêne di helbestê de têne cihkirin. Hin helbestvan jî ahenga dengan li pêş digirin û pir giringiyê nadine wêne û formê helbestê.
Ez dibêjim, helbest hemû hêmanên xwe dixwaze, da ku karibe çêja xweşiya xwendina helbestê bide xwendevanan.
Pêwîstî pê heye ku hêmanên wê ne yek li pêş û ne jî yek li paş be. Helbest, wekheviyeke bi dadwerî dixwaze. Pêwîstiya helbestê bi avahîsaziyeke xweşik, dîwarekî saxlem û rengkirineke ku reng li hev bikin heye.