Helbestkar Arjen Arî ku heya niha berhemên wekî Ev Çiya Rûspî ne, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Destana Kawa, Şêrgele, Çil Çarîn, Gorî û Bindest, Kulîlkên Be’îvan, Payiza Peyvê, Eroûtîka, Bîhoka Li Pişt Sinor, Bakurê Helbestê li dû xwe hiştine, nêzî deh rojan e ji ber sedema nexweşiya pençeşêrê li Edeneyê tedawiyê dibîne.  Arjen Arî li gel ku nexweş e jî ew hê helbestan dinivîse. Arjen Arî herî dawî ev çend rêzik nivîsîn: Nexweş nexweş/ Rabe ser xwe /Şair î tu/ Jiyan dujmin/ Tu bibe keleş…”

EDENE