Semîner bi tevlîbûna dehan helbestvan û rewşenbîrên bajarê Hesekê û gelek kesên din bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre helbestvan Cindê Xezan rapora ku li ser jiyana helbestvanê Kurd Ebdulrehmen Şêxmûs amade kiribû xwend. Di semînerê de her wiha helbestvanên Kurd Mehmûd Sebrî, Laleş Mîza, Hisên Memê, Bavê Azad şor,  Bengîn Harûnî, Mişel Osman, Nunîr Xelef, Kîlal Sakanî, Bawer û Wijdanê Xizan helbest pêşkêş kirin. Helbestên xwe pêşkêşî giyanê Ebdulrehman Şêxmûs kirin.

Di semînerê de her wiha hunermend Ehmed Hemzo, Koma Saz û Koma Tolhildan jî stranên ku ji Helbestên Ebdulrehmen hatibûn çêkirin pêşkêş kirin. Xebatkarên saziya Nûrî Dêrsimî soz dan ku dê her sal roja koçkirina Helbestvanê Kurd Ebulrehman Şêxmûs lidar bixin.
Ebdulrehman Şêxmûd, di sala 1960’î de li bajarê Hesekê Hate dine, gelek helbest li ser şoreşa azadiyê ya Kurdistanê çêkirin. Gelek helbestên wî bûne stran û heta niha têne gotin. Di sala 2007’an di encama qeza tirafîkê de jiyana xwe jidest da.

HESEKÊ