Aykan Sever ji bo rojnameya me berê xwe da cem Helbestvanê Kurd û Êzîdî ê li Êrîvanê dimîne Mirazê Cemal. Ew bi vî helbestvanê qedirbilind re ku jê re "Dîno" jî tê gotin, peyiviye. Em beşên girîng ji vê nivîsê ji bo xwînerên Kurmanciyê amade dikin.

Aykan Sever dibêje, "Ji bo ku em wî bibînin, bifikirin em 15 qatan hildikişin. Helbestvan bi rastî jî li hêlîneke eyloyan dimîne" û wiha li ser pêşwazîkirina Mirazê Cemal dike: "Bi tevahiya dilgermiya xwe li li ber deriyê asansorê pêşwaziya me dike. Piştî hembêzkirina destpêkê pê dihise ku ez bi Kurdî nizanim. Hinekî metelmayî dibe, jixwe dema ku fêr bû ez Tirk im, hinekî nerehet bû, lê vê zêde nekişand, devliken dibêje, ´Ohh, ji wan jî hinên baş hene´ û me vedixwîne hundirê malê." 

Miraze Cemal ê 73 salî pêşî helbestekê ji wan re dixwîne, û behsa wê dike ka çawa dest bi helbestê kiriye, "Dema ez zarok bûm, min ji xwe re mamikên devavêtinê digotin. Kesên ku min bi mamik helbestên xwe henekê xwe bi wan dikir, pirr aciz dibûn. Lê min dîsa jî hez ji vê dikir. Dibe ku dema min pêşî helbest digotin, ez 6-7 salî bim. Dema piçûk bûm ez qet lê nefikirîbûm ku rojekê bibim helbestvan, ev pişekî jî behremendiyeke xwezayî ye. Paşê tesîra Eskerê Boyik li min bû ku hem akademîsyen, hem nivîskar û hem şair bû. Wî ji min re got, li şûna ez henekê xwe bi mirovan bikim, divê ez behremendiya xwe baştir bikarbînim. Min jî hewl da wisa bikim. Min helbestên xwe timî bi Kurdî nivîsîn. "


Ji Cegerxwîn heta Hafiz

Ji bo kesên tesîr lê kirine, Mirazê Cemal ji Nîzamî dest pê dike û dihejmêre, Hafiz, Mayakowskî, Shakespeare, Cegerxwîn. Lê Sever dibêje, meseleya kilît ev e: "Lê  belê ya esas min bi xwendina xwe bi xwe, xwe perwerde kir. Di vê de civatên di nava me Kurdan de ên ku dengbêj û çîrokbêj beşdarî dibûn gelekî girîng bûn. Li wan deveran bi guhdarîkirinê ez fêrî gelek tiştan bûm. Di vana civatana de mezinên Êzîdiyan ên mîna Şêx Kamil jî hebûn. Guhdarîkirina mirovên mîna wî şopên buhagiran li cem min hiştin. Êdî yên weke wan neman." 


Mirazê Cemal welatparêz e

Mirazê Cemal dibêje, li navenda helbesta wî Kurd û dîroka wan heye û xwe weke welatparêzê Kurd bi nav dike. Li ser serpêhatiyeke xwe ya hevdîtina bi Îraniyekî re jî Mirazê Cemal ji Sever dibêje, "Ji min re got, hûn miliyetperest in. Min jî min got, erê bavo wiha ye, me zimanê xelkê qedexe kir, erdên wan dagir kir ne wisa."

Miraz ji Sever re wiha behsa bîranîneke xwe dike ya ku tê de bi Kurdî bi aliyê Bakurê Kurdistanê ê sînor re dipeyive, "Dema ez ciwan bûn, carinan diçûm ser sînorê bi Tirkiyeyê re. Qedexe bû, lê min carinan bi Kurdî bang ên li aliyê din dikir. Halê wan perîşan bû. Em bi xwe hingê pirr rehet bûn.“


Kurdînûs kêm bûn 

Mirazê Cemal behsa R’ya T’eze jî dike û dibêje, piştî sala  1955’an R’ya T’eze bi herfên kirîlî hatiye çapkirin û wiha dewam dike: "Dema ku di zarokatiya me de R’ya T’eze diket destê me, me ew bîhn dikir." Niha piştî serxwebûna Ermenistanê R’ya T’eze li alfabeya Latînî vegeriyaye.

Bi her halî, Sever dibêje, "Ew her li rabihuriyê vedigere bi hizra xwe û dibêje, piştî hilweşîna Sovyetan xebatên çandî yên li ser Kurdan kêm bûn. Êdî van rojan ên bi Kurdî dinivîsin û xêz dikin kêm bûne. Beşeke Kurdî heye, lê li gorî berê gelekî qels e. Berê bi tenê di warê şanoyê de bi sedan hunermend hebûn. Heyf e, ez pirr xemgîn im, li van deveran êdî bi tenêî ez mame ku bi Kurdî helbestan dinivîse…"