Mihemed Elî Hiso di 4’ê  Adarê ji ber nexweşiyê, di 86 saliya xwe de, rehmet kir. Cenazeyê Mihemed Elî Hiso roja şemiyê ji aliyê xizim, nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên xwe ve, li goristana taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hat definkirin.


Mihemed Elî Hiso kî ye?

Helbestkar Mihemed Elî Hiso sala 1930’î li gundê Girê Mozan ê girêdayî bajarê Amûdê ji dayik bûye.

Ji ber ku ew bi hewlestên xwe yên welatparêziyê dihat naskirin û di dema leşkeriyê de,  hevalên xwe fêrî zimanê Kurdî dikir, hêzên rêjîma Baas ew li Şamê xistin zindanê. Ew sal û  nîvekê di zindanê de ma. Ev jî di dema hukmê Cemal Ebdilnasir ê li Sûriyê de bû.

Mihemed Elî Hiso di 20 saliya xwe de, li Qehwexaneya Havana ya Şamê de, yekem car helbesteke bi Kurdî xwend û tê de behsa bajarê Bor Seîd yê Misrê kir. Di wê de helbestvanên weke Cegerxwîn, Osman Sebrî, Dr.Nureddîn Zaza, helbestvanê Komara Mihabadê Ciyar Mukiryanî û Serokê Partiya Komînîst a Îranê Cemal Nibiz jî amade bûn.

Sala 1960´î dema ku leşkertiya rejîma Sûriyê dikir,  yek ji zarokên wî di bûyera Şewata Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest daye. Di temenê 30 saliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên klasîk kir, helbestvanên Kurd ên navdar ên wekî Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj tesîr li wî kir. Mihemed Elî Hiso sê dîwanên helbestê belav kirin.


Berhemên wî

Dîwana wî ya bi navê ‘Nalîn’ sala 1998’an hat çapkirin. Di vê dîwanê de 96 helbest hebûn. Navê Dîwanê jî ji navê keça wî Nalîn a ku di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayî, hatiye. Hin berhemên din ên weke ’Zîlan’ sala 2004’an derketiye. Her wiha dîwana wî a bi navê ‘Derdê Ezîtiyê’ jî sala 2002’an derçûye.

Hejmara hebestên Mihemed Elî Hiso yên ku hatine çapkirin gihişt 644´an. Di sala 2008’an de, wî xelata Cegerxwîn a afirêneriyê wergirt. 


 QAMIŞLO