Li gorî nûçeya Yasîn Kobulan a di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de, dozgerê dewleta Tirk ji bo 13 Dayikên Aştiyê gotiye, wan laçikên spî (çarik) li serê xwe kirine ji bo ku “sempatîk” xuya bikin.

Dayikên Aştiyê bi çalakiyên xwe piştgirî dan çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê. Dozgeriya dewleta Tirk a Stenbolê, doz li 13 dayikên aştiyê, parêzerek û rêveberekî HDP’ê vekir. Di îdianameya vê dozê de dozger ji bo laçikên spî yên dayikan gotiye, ji bo di raya giştî de “sempatîk, “dramatîk” û “demagojîk” bên dîtin, wan ew laçik dane serê xwe. Helbet ev çarikên hanê dayikên me tînin bîra me û kesên wan li serê xwe dikin jî sempatîk dikin, lê dayikên me hem jixwe van laçikên spî didin serê xwe û hem jî laçikên spî sembola tevgera Dayikên Aştiyê ye.

Dadgehê îdîanameya sosret qebûl kir

Di heman îdianameyê de endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Arzû Kayaoglû û Hevserokê HDP’a Bahçelîevlerê Haci Ûgîş jî hatine tohmetbarkirin. Sedema dozê jî çalakiya di 9’ê Gulanê de ye ku hingê dayikan xwest li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Dayik hingê hatin destgîrkirin û bi “bi zanebûnî alîkariya rêxistina çekdarî”, “propagandaya rêxistinê”, “muxalefeta li dijî qanûna hejimar 2911” û “astengkirina peywirê” hatin tohmetbarkirin.

Di  îdianameyê de ji bo laçikên spî yên dayikan dozger peyvên, ji bo di raya giştî de “sempatîk, “dramatîk” û “demagojîk” bên dîtin, li serê xwe kirine, bi kar anîne.

Dadgeha Cezayê Giran a 23’yan a Stenbolê ev îdîanameya sosret a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê qebûl kir. rûniştina dozê wê di 19’ê Kanûnê de çêbê.

 NAVENDA NÛÇEYAN