Te dît car caran dilê mirov li hev dikeve, hin tişt di gewriya mirov de dibin girêk û tu çi jî bikî der- nakeve. Wisa hin tiştên bi kelûgirî... Paşê tu ber bi bêdawîbûnê ve diponijî bêyî tu fêm bikî. Xwe li pişt tebessûman veşartine tiştên tu hewl didî bînî ziman. Qîrînên te li pişt efsûniya perdeyên tirsê xwe veşartine. Tu dizanî ku xweveşartin jî vala ye, lewma tu diricifî mîna pelekî hişk ê li ber bayê payîzê diweşe û dê careke din hêşîn nebe...


Ez Helebce me Destano

Di 16’ê Adara 1988’an de destpêkê çivîkan terk kir asîmanê min. Min fêm nekir bawer bikin. Min fêm nekir ku wê kêliyeke din fir- toneyeke ji qiyametê xer- abtir rabe. Yan na bi qasî ku qîrên min kaînatê parçe bike, ker û kor bike zalîman ma min bang ne dikir? Efendiyan der barê min de biryar wergirtibûn. Li ser maseyên qirêj li ser neqşeyan biryar û şêwazê qetla min dinirxandin. Navê welatê min dabûn wen- dakirin, tune hatibû hesi- bandin ango di neqşeyên serweran de navê welatê min Kurdistan tune bû...
Ez bajarekê başûrê Kurdistanê me. Navê min Helepçe ye. Gola Derbendîxan 15 kîlome- treyan dûrî min e. Min qet heta wê rojê nedîtibû ku asî- manê min ev qasî bi dûman e. Beriya wê tenê ewrên ji agirê Newrozan dinixumand asîmanê min. Min ew jî bi stranên xwe yên herî xweşik pêşwazî dikir. Te dît mirov govendê digirin di Newrozan de, ez jî bi stranên xwe tevlî wan dibûm. Ji tevayî rengên xwe yên Kurdistanî ji kaniyên hezkirinan ji wan re dibûm destegul.
Lê belê wê rojê her diçû dîmeneke ku guh diêşand digeriya i ser asîmanê min.  Zarok qet ne di ferqê de bûn û dayik jî... Lê di carekê de hin dengên ku dişibiyan brûskan û erd dihejandin xofek belav kir li derdora jînê. Te dît min gotibû çivîk jî tune bûn wê rojê. Di carekê de hejiya jiyan û her tişt li pey hev... Paşê hin bêhnên ku dişibiyan bêhna fêkiyan belav bû li asîman. Min bihîst dengekî zarokekê;
“Dayê dengê sêvan tê..
Dayê bêhna sêvan tê
Sist dibe laşê min
Û gelekî giran e hewa
Dayê Helepçe çi qas bêdeng e
Di çavên te yên lal de digirî
Bigire destên min
Ji ser hişê xwe diçim
Bêhna sêvan tê dayê
Sor e asîman û toz e
Çima xewa te giran e wer
Di vê dergûşa xwe de
Bûye kevir û spî ye rûyê wê
Ew çi ye wisa?
Çima kes tune li derve
Yek hevalên min jî xuya nakin
Çima ber çavên min reş dibe wisa?
Çima sar e destê te wisa?
Çima tu bersivê nade min?
Çima hêrs nabe tu?...
Çima dayê bêje?...


Di her henaseyekê de giran dibû bedena min û bê taqet dimam. Her cih toz û dûman û çavan çav nedidîtin. Hawarên min tune bûn dostno. Kî zane dibe ku hebûn; lê min nedibihîst. Ez yek bi yek diketim.
Ez Helepçe bûm.  Xwedênenasan tevayî kulîlkên min çilmisandin. Wê sibehê tevayî xweşikiyên min ji min stendin.
Çermê hin pirtûkê min şewitîbûn. Li her cihî hebûn... Hin ji wan li ber deriyan ketibûn, hin ji wan li hewşan, hin ji wan dema xwarin dixwarin, hin ji wan jî dema ji xwe re dilîstin...
Ez Helepçe me. Bêdeng bû jiyan wê rojê. Ji ber ku ez bajarekî Kurdistanî bûm û Kurd bûn ên jiyana xwe ji dest dabûn; lewma dinyayê dengê xwe dernexist.


YEKTA ŞOREŞ