Nulad di berdewamiya axaftina xwe de got ku: Dilê me bi xelkê Helebê ve ye lê em nikarin çekên giran bidin muxalefetê, tenê em dikarin di warê çekên xweparastinê de alîkarî bidin wan.
Li gorî çavkaniyeke ji hundirê Helebê jî hêzên taybet ên dewleta Sûriyeyê gihaye derdora bajarê Helebê û her wiha rêzên dûvedirêj ji tankan jî ber bi Helebê ve diçin.
Ev şer û pevçûnên ku li Helebê pêk tên ji bo herdu aliyan gelekî girînge. Hêzên dewletê naxwazin bajarekî wekî Helebê ji destê xwe berdin ji ber ku bajarê duyemîn ê herî girînge û muxalefeta çekdar jî dixwaze vî bajarî bixe bin destê xwe da ku herêmeke dûvedirêj ji Idlibê heta Helebê tev bikeve bin destê wan û bi rihetî li seranserê sînorê bi Tirkiyeyê re tevbigerin.

Ji YPG'ê çalakiya bersivdayinê
Ji aliyekî din ve piştî ku hêzên rejîma Sûriyeyê 3 endamên Komîteyên  Parastina Gel kuştin û 11 kesên din birîndar kirin, wan êriş kir ser dezgeheke hêzên ewlekariya Sûriye di navbera taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de kirin, di encam de hêzên ewlekariyê ji wê deverê reviyan.
Ji aliyekî din ve yekîneyên Parastina Gel li devera Şiqêf ya li nêzî balafirxaneya Helebê êrîş kirin ser bdezgeheke hêzên ewlekariya Sûriyê û di encam de 6 kes ji wan kuştin û çend kesên din jî birîndar kirin.
Xelkên Helebê çend roje di nava agirê hêzên artêşa rejîmê û hêzên muxalefeta çekdar a ku dibêje ez hatime gel biparêzim de tên kuştin. Muxalefeta çekdar êrîş dijwar li dijî hêzên artêşê pêk tîne û hin tankên wê jî imha kirine lê bersivên artêşê jî hê tundtir û dijwar tir pêk tên. Hêzên dewletê êrîşên bi rengê tolhildanê pêk tîne û gelek sivîl jî di bnavbera herdu agiran de tên kuştin. 

HELEB