Ev rojên beriya Newrozê,  bûyerên bi hêviyên pak destpêkirî, lê bi encamên tijî êş û jan bandor li ser dîroka me kirî tîne bîra me Kurdan; 6’ê Adarê (1921) salvegera Komkujiya Koçgiriyê, 12’ê Adarê (2014) salvegereka Komkujiya Qamişloyê, 12’ê Adarê (1995) salvegera komkujiya Kurdên Elewî ya li Taxa Gazî ya Stenbolê û 15’ê Adarê (1988) salvegera Komkujiya Helepçeyê  û Enfal.

Îro jî Kurd li her çar parçeyên welêt di bin êrîş û pêkutiyên dewlet û nokerên wan in. Berxwedan û têkoşîna bo hebûn û azadiyê her berdewam e. Lê li gel vê yekê, Kurd bi hêz û rêxistinîbûna xwe êdî li Rojhilata Navîn aktorekî bi bandor in.

Hêviya Kurdî ya bo xelkekî azad û welatek azad hên tam negîhiştibe armancê jî, li seranserê Kurdistanê bûye wek rastiyekê ku hêviyê dide xelkên cîran û yên din ên bindest. Li Başûrê Kurdistanê rêveberiyeke Kurdî heye û Kurd mîna dewletekê tevdigerin. Li Rojava sîstemeke xweser a bi nirxên wekhev, azad û demokrasiyê xemilandî tê avakirin. Li Bakur polîtîkayên dewleta Tirk ên bo armanca  tunekirina Kurdan û nirxên Kurdî hatiye şikestin. Kurd li niviyê axa Bakur desthilatdar in û şaredariyan bi rê ve dibin. Ev pêşketinên li her sê parçeyan, bandorê li ser civak û siyaseta Rojihilatê Kurdistanê jî dike û rejîma Îranê bi pejirandina mafên Kurdan ên netewî û demokratîk re rû bi rû dihêle...

Kurdan heta îro bi êşên xwe, bi bîranînên rojên reş û bi merasîmên cenazeyên xwe hişmendiya neteweyî parastin. Êş bo me Kurdan bû wek hişmendiya Kurdî ya neteweyî. Tabloyê siyasî û civakî yê îroyîn guhertina vê rewşê nîşan dide. Êdî li hinda rojên bîranîna komkujiyan, Kurd pîrozbahiyên serkeftinên xwe lidar dixin. Serkefinên Kurdan qasî rojên reş ên ku hatine jiyîn û tê jiyîn, bandorê li ser derûniya civakî dike. Serkeftineke li beşekî Kurdistanê tevahiya Kurdan dilşa dike. Li welat û li derveyî welat Kurd hên zêdetir nêzikî hev dibin û bixwebaweriya bo rojên azad her dihere bilindtir dibe.

Helbet destketiyên Kurdan hên ne mîsogerbûyî ne. Rewş, Kurdan hîn zêdetir mecbûrî hev dike. Îro Kurd him hev ji her demê zêdetir nas dikin û him jî ji her demê zêdetir heweceyî hev û xurtkirina yekîtiyê ne. 

Eger gorî pêwistiyên demê yên siyasî û civakî tevnegerin, metirsiya rojên reş ên wek di dîrokê de hatine jiyîn hên jî heye. Bîranînên komkujiyên Helepçe, Koçgirî û Qamişloyê dibin motîvasyona tedbîrstandin û hişyariya li hember vê metirsiyê ye. Kurd bo pêşîgirtina komkujiyan û mîsogerkirina azadî û mafên neteweyî neçarî saziyên neteweyî yên ku tevahiya siyasetên Kurdî têde bên temsîlkirin in. 

Hefteya pêşiya me Newroz e. Newroza îsal wê ji ber serkeftinên li Kobanê, Hasekê, Şengal û Kerkûkê û meşa ber bi çareseriyê ve ya li Bakur, bi coşeke mezin bê pîrozkirin. Wer tê xuyakirin; Kurd gişt wê  di Newrozê de banga yekîtî û piştgiriya neteweyî û herwiha sazkirina Kongreya Neteweyî ya ku li qadê navneteweyî bibe wek vîna tevahiya gelê Kurd bikin. Siyasetmedar gorî fikar û berjewendiyên cuda tevbigerin jî hîsên xelkê hewldana rast nîşan dide.

Berê hestên Kurdî wekî berteka li dijî zilma neyaran pêk dihat, îro kaniya hestên neteweyî û Kurdewarî têkoşîn û serkeftinên Kurdan bi xwe ne. Ev kanî doh komkujiyên mîna Koçgirî, Dêrsim, Helepçe û Qamişloyê bû, lê îro têkoşîn û berxwedana Rojava û Kerkûkê ye! Bo siberojê jî nirxên me yên moralî azadiya Kurdistanê û jiyaneke wekhev, adilane û demokratîk a li Rojhilata Navîn e. 

Kurdan benê dîroka xwe xistine destê xwe. Êdî mîna berê ne bêçare ne. Bi vîna xwe dîrokê bi rengên xwe dixemilînin. Ji ber vê serbilindiyê jî Kurd ên ku berê qet nedihatin zanîn û nedihatin hesibandin, îro bi têkoşîn û serkeftinên xwe ji xelkan giştan re bûne wek hêvî û sembola azadiyê.