Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de li herêmên Başûrê Kurdistanê, Bedlîs, Şirnex û Dersîmê herî kêm 11 eskerên Tirk hatine kuştin û derb li 3 helîkopteran hatine xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser encamên çalakiyên gerîla yên rojên dawî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG´ê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de” gerîlayan 2’ê Gulanê beriya nîvrojê li ser girê Bayrakê yê herêma Barzanê li Başûrê Kurdistanê, bi çalakiyeke sûîqestê eskerekî artêşa Tirk a dagirker kuştiye. HPG´ê da zanîn ku gerîlayan heman rojê li Bakurê Kurdistanê li li dijî qereqola Hewrizê ya li herêma Şehîd Mizgîn a li Bedlîsê bi çalakiyekê, derb li çeperên eskerên Tirk xistinw û herî kêm eskerekî artêşa Tirk kuştine. Gerîlayan qereqolek îmha kir Çalakiyeke din a ku HPG´ê derbarê wê de agahî dan, 29´ê Nîsanê nava roj li ser girê Dogan ê li herêma Sêgirkê ya Şirnexê pêk hat. Di çalakiya gerîlayan de avahiya qereqolê bi temamî şewitî û îmha bû. HPG´ê da zanîn ku di çalakiyê de gelek eskerên Tirk ên dagirker hatine kuştin, lê wan nekarî hejmara kuştî û birîndarên artêşa dagirker zelal bikin. HPG´ê li ser operasyona eskerî ya piştî çalakiyê jî ev agahî dan: „Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka gelek helîkopterên êrişê yên tîpa kobra û atak li qada Bênavyanê dest bi operasyoneke berfireh kir. Heman rojê saet 14:00 helîkopterên tîpa skorsky jî hewl dan leşkeran li Deriyê Guharê deynin. Hêzên me li helîkopteran reşand û derb li 3 helîkopteran xistin. Artêşa TC a dagirker ku derb xwar, bêyî ku leşkerên xwe deyne herêmê, neçar ma vekişe. 30’ê Nîsanê saet 17:00 hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê yên li mintiqeya Şikêrê Kera çalakiyek kirin. Derbên xurt li yekîneyên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Operasyon 2’ê Gulanê bi rengekî bê encam mayî qediya.” HPG´ê wekî din got, 1’ê Gulanê berêvarê, gerîlayan li Girê Nivro yê qereqola Bêspin a navçeya Silopiya ya ser bi Şirnexê xistiye û herî kêm eskerî Tirk kuştiye. Li Dêrsimê dagirkeran derb xwar HPG´ê ji bo çalakiya 30’ê Nîsanê ya li nêzî gundê Kalîkundir ê navenda Dersimê ya li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî dan: “(Hêzên me) Êvara heman rojê, saet 19’an li yekîneya veşartî xistin. Ji 4 aliyan ve derbên xurt lê hatin xistin û 8 eskerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên tîpa skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin.” ANF/BEHDÎNAN