Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 6’ê Cotmehê di saet 10:15’an de gerîlayan li dijî qereqola Dilezê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyekî ya hewana li dar xistin. HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî dan: “Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin, 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî hatin birîndarkirin. Piştî çalakiyê qereqola Dilezê derdora xwe bi çekên giran gule reşandin û welatiyek ji gundê Dilezê birîndar bû. Her wiha artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi alîkariya helîkopterên Kobra bi helîkopterên Skosky ji herêmê rakirin.”
Li Çelê 21 leşker hatin kuştin
Van 3 rojên dawiyê li Girê Şehîd Colemerg ê Çelê ya Colemergê di navbera artêşa TC’ê û hêzên me de şerekî giran heye.
l 6’ê Cotmehê saet di navbera 09.00-10.00’an hêzê me êrîş biriye ser leşkerên artêşa Tirk li derdora Girê Şehîd Colemerg û hêzên me bi serkefî li çeperekî xistine û 6 leşker kuştine. Li vir gerîlayekî me bi lehengî şerê xwe kiriye û şehîd bûye. Hêzên me dîsa piştî nîvro bi çekên ferdî êrîş biriye ser leşkerên li heman girî û 3 leşker kuştine. Her wiha derbeke serketî li helîkoptêra Skorskyê hatiye xistin ku dixwest leşkeran daxîne û bêyî bikaribe leşkeran daxîne neçar maye ku paş ve vegere.
l 7’ê Cotmehê saet 00.00’an artêşa TC’ê bi balafirên şer, obus û hawan û tangan li girê Havanê xistiye. Li ser vê hêzên me bi ser Girê Şehîd Colemerg de êrîşek pêk aniye. Li vir hêzên me bi ser 7 cenazeyan de çûye. Berê sibehê hêzên me dîsa bi ser gir de çûne û li vir 4 leşkerên din jî kuştine. Şerê di navbera me û artêşa Tirk de hê jî berdewam e, artêşa TC’ê bi balafir, obês, hawan û tangan li qadên Dola Mêrganiş, Kala Mêrganiş, Kala Petrotê û li girê Havanê dixe.
Di çalakiyan de bi temamî 20 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
l 7’ê Cotmehê hêzên me saet 09.20’an êrîş biriye bi ser qereqola Êrîş a girêdayî Çelêyê, di vê êrîşa siûqastî de leşkerek hatiye kuştin.
l 6’ê Cotmehê saet 12.00-14.00’an dema qereqola Êrîşê bi obês û hawanan qada Ertûşê bombe dikir hêzên me li leşkeran xistiye. Piştî çalakiya hêzên me bombekirina rawestiyaye.
Çalakiya sabotajê
Di dewama daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
l 5’ê Cotmehê saet 19.00’an yekîneyeke me ya gerîla bi ser stesyoneke bazê de ya li bajaroka Balyan a girêdayî Semsûrê, çalakiyeke sabotajê pêk aniye û stesyona bazê hatiye îmhakirin. Hewiha 4’ê Cotmehê operasyona TC’ê ku li qada Kawî ya Semsûrê destpêkirî 5’ê Cotmehê bêyî ku encamê bistîne vekişiyaye.
l 6’ê Cotmehê artêşa TC’ê li qadên Aşkîta, Karxpula, Înganî ya Başkale ya Wanê operasyon da destpêkirin.
l 1’ê Cotmehê artêşa TC’ê li navbera Hênê û Dîcle ya Amedê operasyon da destpêkirin, ev operasyona bêencam, 5’ê Cotmehê bi dawî bûye.
l 7’ê Cotmehê saet 02.00’an bi ser kozikekê de ku li ser rêya Şirnex-Cizîrê rê kontrol dikir çalekiye hatiye lidarxistin û kozika leşkeran hatiye rûxandin.
Qendîl û Metîna hatin bombekirin
l 6’ê Cotmehê saet 19.30-22.30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê li girên Hîva, Şehîd Munzur, Şehîd Serxwebûn û Savaş ên herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyaxistiye û saet 19.00-19.20’an gundê derdora Golka a li herêma Metîna xistiye. Piştî bombeyan rez û baxçeyên li derdora gund ziyan li wan bûye.” n BEHDÎNAN
4 gerîla şehîd bûn
HPG da xuyakirin ku di navbera 25-30’ê Îlonê de li qada Parastina Medya hevrêyên wan Azad, Cesûr, Rustem şehîd bûne û 29’ê Tebaxê jî li qada Kela Memê hevrêyê me Sîpan ku diçû ser peywira xwe 30’ê Tebaxê rastî hêzên dagirker hatiye, ketiye şerekî mecbûrî û li vir şehîd bûye.
Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Azad Amanos
Nav û Paşnav: Abdulmutalîp Karataş
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medayayê 25 – 30 Îlona 2016
***
Nasnav: Cesûr Rıha
Nav û Paşnav: Ercan Altûn
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medayayê 25 – 30 Îlona 2016
***
Nasnav: Rustem Serhat
Nav û Paşnav: Selamî Bîlîcî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medayayê 25 – 30 Îlona 2016
***
Nasnav : Sipan Asmin
Nav û Paşnav: Rıza Kemali
Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Tebaxa 2016 / Şırnex