Weşanxaneya Endêşe li Başûrê Kurdistanê mezintirîn weşanxaneya pirtûkên wêjeya Kurdî ye. Ev 3’yemîn sal e ku festîvaleke rewşenbîrî û hunerî li dardixe. Festîval îsal di navbera 14-16’ê Mijdarê de li dar ket û bi xelatdayînê bi dawî bû.
Festîvala Çandî ya Endêşe her sal nivîskar û xwendevanan tîne ba hev, bernameyên çandî li dar dixe û dûre jî romanivîskarek xelat dike. Di her du salên pêşî de bi navê Xelata Romana Kurdî xelat dabû Eta Nehayî û Bextiyar Elî vê carê ev xelat da nivîskar Helîm Yûsiv. Yûsiv roja dawî ya festîvalê bi merasimek xelata xwe ji destê romannûs Bextiyar Elî girt û sipasiya xwe ji bo amadekarên festîvalê kir.
Weşanxaneya Endêşa romana Helîm Yûsiv “Gava Ku Masî Tî Dibin” jî ji Kurmancî bo Soranî wergerandibû, û di festîvalê de pêşkêşî xwendevanan kiribû. Di roja duyemîn a festîvalê de Helîm Yûsiv ji bo gelek mêvanên hat festîvalê li ser roman û nivîskariyê axivî û dûre romana xwe ji bo xwendevanan îmze kir.
SILÊMANÎ