Nivîskar Helîm Yûsiv bi çalakiyekê romana xwe ya nû “Firîna bi Baskên Şikestî” îmze dike.
Navenda Lêkolînên Kurdî ya li bajarê Elmanyayê Bochumê çalakiyê li dar dixe. Çalakî îro saet 14’an wê li navenda vê saziyê çêbe û Helîm Yûsiv dê pirtûka xwe ya bi navê Firîna bi Baskên Şikestî îmze bike. Ew ê her wiha li gel xwînerên xwe û mêvanên çalakiyê sohbetê jî bike. Her wiha Rêber Hebûn ku pirtûkên rexneyî li ser roman û çîrokên Helîm Yûsiv amade kirine, dê beşdarî çalakiyê bibe û ew ê jî li ser pirtûkên Helîm Yûsiv biaxive.
Ji bo yên bixwazin beşdarî çalakiyê bibin, navnîşana Navenda Lêkolînên Kurdî ev e:
Hochstrabe 3, D-44866 Bochum.
BOCHUM