CANOŞAKIR

Di nava rewşa Kurdan a kambax de naskirina kavilên peyvê û danasîna wêjeyeke birêkûpêk hîna baş nehatiye kirin. Dahênan û afirandina romana Kurmanciyê ne hêsan û rehet e; heger em behsa yekî ji stûnên romana Kurdî bikin ya îro bikin, em ê navê Helîm Yûsiv jî bi lêv bikin.

Dema ku em behsa romana Kurdî dikin em ji bîr nekin ku em behsa peydebûna êşê û nûkirina şewatan dikin. Helîm Yûsiv yek ji stûnên wêjeya Kurdî ye. Di nava xebatên Helîm Yûsiv yên edebî de trajediya em tê de heye ya ku ji ber kaşoyê dîrokê pekî û niha li ber pênûsa Helîm Yûsiv ziq rawestiyaye. Helîm Yûsiv bi zimanekî têr û bi ramanên ji serpêhatiya dîrokê tije lixwemikurhatinên me li cihana xwe a servekirî bi romanên xwe digerîne.

Peyvên Avis û çîrokên qedexe

Peyvên Helîm Yûsiv bê tevger avis dibin û dema ku ji nav tiliyên wî derdikevin, tirsê dikin dilê neyarên Kurdan û çavnebarên wêjeya gelê Kurdistanê.

Berhema wî ya pêşî sala 1991´ê, bi navê El-Recûl El-Hamîl (Mêrê Avis) bi zimanê Erebî li Şamê çap bûbû. Berhem ji 15 çîrokan pêk dihat lê çîroka a bi navê (Cihan ji Avdestxanê Tengtir e) ji aliyê wezareta Ragihandinê û Yekîtiya Nivîskarê Ereb ve hate qedexekirin, lê piştî ku Mêrê Avis bi Kurdî derket, ev çîrok wek orjînala xwe hat çapkirin.

Ev yek ji wê encama şoreşa peyvên Helîm Yûsiv ên avis e ku peyvên avis dikarin wilo ne tenê bandorê li wêjeya Erebî bikin, her wiha tirsê têkin dilê rewşenbîriya Ereb.

Cihana xwîneran dikemilîne

Di mijara jinê de Helîm Yûsiv ne tenê bi navê berhemên xwe ku zêde balkêş in bala xwîneran dikişîne. Ew her wiha bi mijarên cihêreng û rewşa jina serdemî yên bi bandor ên jina ku li ser erşê împeratoriya peyvên Helîm Yûsiv pal daye, û bi êşa jinê û êşa peyvê jî cihana xwîneran dikemilîne.

Li ser Mirî Ranazin

Heger em ji çîroka Gûhê Jêkirî dest bi goristanên peyvên zindî bikin, em ê demên dirêj û serdemên bê dawî li benda derketina hilatina rojê bimînin. Gelo li ser girê Şermola xewa miriyan tê?

Di bin wî girê axî de gelo hûn dizanin bê çiqas peyvên herifî bi ser hev de winda ne? Di bin wê xweliya dîrokê de hûn dizanin bê celadên wêjeyê serê çend peyvan birîne?

Helîm Yûsiv di goristanên xwe yên ku li ber rengê rewrewka dîrokê mezin bûne, me dike dilê goristanên zindiyan li seran serî girê Şermola li ser baskên peyvê digerîne.

Ji Sobarto û êşan

Êşên Helîm Yûsiv yên tozgirtî yên serdemên kevin ku ji keviyên şewta Sobarto yê ne.

Helîm Yûsiv gelek mijarên ku li ser sînga welatekî bi êş rakiriye û bi giyanê peyvê ji nû ve zindî kiriye. Heger em wisa nîşan bidin, wek mîna petrola ku ji nava herdu lingê wê jina beden spî a komara welatê Sobarto diherike. Nivîsandina romanê li cem Helîm Yûsiv di aliyekî xwe yê bingehîn û rasteqîn de, nivîsandina êş û dîroka êşê bi xwe ye.  Heger em baş mijarên Helîm Yûsiv yên hemî berhemên wî bixwînin û têbighîjin, em ê bi aweyekî rasteqîn rastî êşên xwe werin.

Memê bê Zîn

Dema ku mirov çîroka Memê bê Zîn dixwîne weke romaneke kin û tije peyvên watedar mirov hîs dike ku rûpelên wê qet naqedin. Mijara Memê bê Zîn li nava xwendevanên ku dîroka Mem û Zînê bihîstine rastî elaqeyeke mezin hatin. Mem û Zîn li mejî û bîra her Kurdî de ye lê li cem Helîm Yûsiv Mem bê Zîn e.

Pênûsa Helîm Yûsiv bi dengê xelkên Rojavayê Kurdistanê re serî hilda û Tirsa bê Diran bi dîwarên tirsê re şikand. Di ancamê de Romana Tirsa bê Diran derket holê.

Li ser bejahiya zeviyên Helîm Yûsiv masiyên ku bi hunera wî mezin dibin, qelew dibin, berz dibin û bi hêz dibin, tî jî dibin. Di romana wê Gava Masî Tî Dibin de, em carinan rastî deriyê hesinî tên carinan rastî kûçik tên û carinan rastî komê li ser serê masî tên.

Carinan em dilsariya xwe dikin bin şûtika şervanekî Kurd ê birîndar û dilê me pê gerim dibe, di bin berf û bahozê de lingên ku ji berfa Zagros û Gabarê şewitîn, em dibûm pêlavên şervanan. Wisa di nava tevgerên Masî de rêwîtiya bê ling destpêke û dewam dike.

Di nav çanda stranbêjiyê a gelê Êzîdî de bi taybetî li Şingalê dibêjin, “Ay dilo sala berî vê salê ez li benda te bûm; Ez ji bo te şewitîm wek masiyekî dibinê behra de ji tîna bifetise.”

Auslaender Beg

Peyva Auslaender (Biyanî) bi Elmanî ye. Auslender Beg ku mijara trajediya Kurdan a koçberiyê ye ku di salên dawî de pêlên koçberiyê gelekan ji wan jiyana xwe ji dest da û ketin binê behran. Ev bû sedem ku berhema wî ya bi navê Auslaender Beg derket.

Di romana 99 Morîkên Belavbûyî de her ku em rahêjin morîkekê, ew morîk wê bi me re biaxive û behsa xwe bike.

Gelo ma ka çend ji morîkan emê bidin hev  ta ku em rastiya dîroka xwe a winda nas bikin?

Wehşê di hundirê min de

Romana Helîm Yûsiv a herî dawî, Wehşê di Hundirê Min de ye. Helîm behsa wehşekî dike ku me vegerîne salên beriya salên 1970´yî; beriya desthilatdariya Hafiz Esed.

Di vê romanê de ew wehşê ku roj bi roj û sal bi sal mezin dibe û dibe bela serê gelê Kurd û li Rojavayê Kurdistanê, hetanî roja me ya îro ku bihatina Bihara Gelan.

Bi hatina vê Biharê re wehşê qirik dirêj neçar dimîne ku li ber hêza Kurdan û serhildana wan bê hêz dibe.