NAZIM DAŞTAN / MA / REQA

 

Bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) di 19’ê Cotmeha 2017’an de Reqa ji DAIŞ’ê rizgar kir. Di ser rizgarkirina Reqayê re salek derbas bû. Dema DAIŞ’ê Reqa dagir kiribû li tevahiya cihanê wek paytexta tirsê ev bajar nas dikir. Lê niha roj bi roj çirûskên siberojeke ronî pêdikevin.

Min li Reqayê bi mehan bûyer şopandin û niha piştî salekê, dîsa li Reqayê me. Di dema operasyonê de Reqa bajarê tirs û xofê bû û niha veguheriye rengekî din û bi mirovan şên bûye.

Taristanê girtîbû ser bajêr

DAIŞ’ê li Reqayê xelîfetî îlan kiribû. Her ku diçû ev bajar ber bi tarîtiyê ve diçû. Dixwestin hemû gelan qirr bikin û li bajêr yek rengî ava bikin, tevî ku bajar rengorengo bû. Hovîtî li her deverê bû; hemû şûngehên dîrokî û saziyên dewletê kiribûn navendên êşkence û kuştinê. Mirov bi komî dihatin înfazkirin û windakirin. Her roja ku diçû tirs û xofa li Reqayê li çar aliyê cîhanê belav dibû.

Hemû dibistan hatibûn girtin û DAIŞ’ê li dibistanên xwe dersên hovîtiya xwe didan. Jin û zarok bi çarşefên reş girê didan û koletî rewa kiribûn. Jin li bazarên Reqayê firotin. Hin jin di zîndanên binerd de dihatin ragirtin. Hê jî aqûbeta bi hezaran jinan nayê zanîn.

Salveger pîroz be

DAIŞ’ê ewil derba giran a têkçûnê li Kobanê xwar. QSD’ê di 6’ê Hezîrana 2017’an de li dijî hovîtiya li Reqayê ango DAIŞ’ê dest bi pêngaveke dîrokî kir û di 19’ê Cotmeha 2017’an de bajar rizgar kir û ev yek ji cihanê re ragihand. Di 19’ê Cotmehê de dê ango îro li gelek deverên bajêr pîrozbahiyên rizgarkirina salvegerê wê hebin.

Bi mehan li Reqayê bost bi bost, kêlî bi kêlî min operasyona rizgarkirinê şopand. Min li Reqayê hovîtiya herî ber bi çav a DAIŞ’ê bi wêne û dîmenan raxistibû ber çavan. Piştî salekê dîsa berê min ket rêya Reqayê û hatim vî bajarê qedîm. Di serdema operasyonê de bajarek bi tirs û xof bû. Bajarekî ku ji reşikên şevê re mabe. Niha bajar bi mirovan rengîn û şên bûye; xemiliye. Her ku diçe ev bajar ji nû ve tê hemdê ser xwe û heta çavê mirov ji hev ditefsilîne jî dengê qelebalixiyê û dengê hêviyê tê. Tu bixwazî biçî kîjan devera bajêr, ew deng li ber guhê te dikeve. Hemû kolan û kûçe tije mirov bûne û jiyan ji nû ve hatiye hûnan. Ev bajar êdî ber bi ronahiyê ve diçe.