Li Amed, Bîsmîl, Ferqîn, Erxenî, Riha, Serêkaniyê, Nisêbîn, Qoser, Dêrik, Şirnex, Cizîr, Sîlopî, Hezex, Sêrt, Misirc, Êlîh, Bazîd, Colemêrg, Gever, Mêrsîn û Manisayê bi hezaran welatî wekî her hefteyê vê hefteyê jî di çarçoveya çalakiya sivîl de di Nimêja Înê ya sivîl re def girêdan. Welatiyan li gel serma zêde baran û berfê dîsa çalakî pêk anîn.
Li Amedê bi hezaran welatî li deriyê çiyê ref girêdan û nimêj kirin. Di nimêjê de helwesta Fetullah Gulen şermezar kirin. Li Bazîdê nimêj li Konê Çareseriya Demokratîk bi girseyî hate kirin. Li Colemêrgê ji ber sermaya zêde welatiyan nimêj li Salona avahiya BDP’ê ya Colemêrgê kirin. Li Manîsa û navçeya Turgutluyê nimêjên înê li ber avahiyên BDPê hatin kirin. Li Mêrsînê bi hezaran kes li Tesîsên Civakî ya Taxa Guneş a Şaredariya Akdenîzê Nimêja Înê kirin.

Li Sêrtê bi sedan kesan li Garaja Sêrtê minêj kirin. Li Êlihê bi sedan kesan li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê Nimêja Înê ya Sivîl kirin. Li Cizîrê bi hezaran kes li pêş avahiya BDP’ê ya Cizîrê kom bûn û ref girêdan. Li Navçeya Sîlopiyê bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariyê kom bûn û ref girêdan. Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê li tenişta Sehaya Xaliçe ref girêdan û li gel hewaya sar nimêj kirin. Li navçeya Farqînê ya Amedê bi sedan welatî li pişt avahiya BDP’ê ya Farqînê rêf girêdan. Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi sedan welatî li gel baranê dîsa li derve nimêj kirin. Li navçeya Serêkaniyê jî bi seden kesan li salona Konferansê ya avahiya BDP’ê nimêj kirin. Li Şirnexê bi sedan kesan li qada pişt avahiya BDP’ê ya Şirnexê ref girêdan. Li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Dêrikê jî dîsa minêj li qadên berê bi girseyî hatin kirin. Di hemû nimêjan de xutbe bi kurdî hatin xwendin. Li Sîlopiyê û gelek cihên din ji bo alîkariya mexdûrên erdheja Wanê pere hate komkirin. Di hemû nimêjan de operasyonên sivîl û leşkerî û helwesta Fetullah Gulen hate şermezarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN