Gel bi rêveberiyê re ye
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê herêmê yên li derve û hundir bi coş û heyecaneke mezin îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk pêşwazî kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanî û gelê herêmê bi awayekî erênî piştgiriya rêveberiyê kir û wiha hate gotin:''Piştgirî û xwedî derketina gel û hêzên siyasî yên kurdistanî hêza me zêde kir û îsrara me ya serxistina pirojeya me ya demokratîk ku bûye nimûneya herî baş a pêşroja Sûriyê zêde kir.''
Tenê PDK´ê li dij e
Di daxuyaniyê de helweste hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê a ne qebûlkirina rêveberiyê hate rexnekirin û daxuyanî wiha dewam kir: ''Helwesta hikûmeta Başûr li gorî helwesta Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) ku hikûmeta Başûr di bin destê wan de ye û li dijî helwesta piraniya hêzên siyasî û partiyên Başûr e. Di heman demê de gelê me yê Başûrê Kurdistanê, partî û hêzên siyasî yên Başûr YNK, Tevgera Goran, Yekîtiyî Îsalamî ya Kurdistan jî dinav de û her wekî din piştgiriya xwe ya bi rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava re nîşan dan û xweseriya Rojava silav kirin.'' Têkildarî Mijarê Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Felah Mistefa gotibû ku ew bi tu awayî têkiliyan bi meclîsên Rêveber ên xweseriya demokratîk ku li Rojava hatine îlankirina nakin.
QAMIŞLO