Di hevdîtinê de her du aliyan jî destnîşan kir ku di mijara sîstema deshilatdariya li Herêma Kurdistanê de helwesta wan a yekdengî berdewam e.

Doh berî nîvrojê şanda Tevgera Goran di bin serokatiya Noşîrvan Mistefa de serdana polîtburoya YNK’ê ya li Silêmaniyê kir. Piştî civîna saetekê, civîneke çapemeniyê hat li darxistin û encama civînê ji raya giştî re hat eşkerekirin.

Li ser navê Tevgera Goran, endamê şanda danûstandinan Mihemed Tofîq Rehîm di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Em îro (doh) ligel YNK’ê li ser mijara sîstema deshilatdarî li Herêma Kurdistanê û sîstema parlemanî axivîn. Di civîna îro de dîtina me û YNK’ê pir nêzî hev bû û em ligel sîstema parlemanî ne. Her wiha em li ser êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê jî axivîn û divê di demeke nêzîk de ew bombebaran bê rawestandin.”

Mihemed Tofîq Rehîm destnîşan kir ku wê civînên wan ên ligel aliyên siyasî yên din dewam bikin. Berdevkê YNK’ê Îmad Ehmed jî di civîna çapemeniyê de got: “Me îro ligel Tevgera Goran li ser helwesta xwe ya berê ku ew jî sîstema parlemanî ye axivî û em li ser berdewam in.” 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ




PDK´ê boykot kir  


Serokê parlemana Herêma Kurdistanê doh li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê ligel komîteya yasayî ya parlemanê civiya lê tevî ku serokê wê komîteyê endamê PDK’ê ye, PDK tevlî civînê nebû. Di civîna pêr a di navbera serokê komên li parlemanê û serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê de biryar hat dayîn ku serokê parlemanê û komîteya yasayî bicivin. Armanca civînê nivîsandina raporeke li ser sererastkirina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê bû.

Seroka komîteya yasayî li parlemanê û parlamentera PDK’ê Vala Ferîd ji RojNewsê re got: “Endamên PDK’ê yên di wê komîteyê de beşdarî civînê nabin. Her civînek parlemanê yan jî ya komiteyan li ser yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê were lidarxistin, PDK beşdar nabe. Heta lihevkirina aliyên siyasî li ser neyê çêkirin.”

PDK’ê pêr jî di daxuyaniyekê de daxwaz kir ku Mesûd Barzanî ji bo du salên din bibe serokê Herêma Kurdistanê û divê lihevkirina aliyên siyasî li ser vê yeke çêbibe. PDK’ê civîna 23’ê Hezîrana 2015’an a parlamentoya Herêma Kurdistanê jî boykot kiribû. 


 HEWLÊR