
Ji bo referandûma 16’ê Nîsanê dengê ‘NA’ bi ser bikeve, li Ewropayê karekî berfireh tê meşandin.
MARSÎLYA: Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev civiyan, di çarçoveya xebatên platforma ‘NA’ de meşiyan û mîtîngek lidar xistin. Girseya gel dowîzên bi nivîsa “Na” û “Em ê rê nedin faşîzmê” yên bi gelek zimanan hildan û ji meydana Canebîerê heta meydana Vîeûx-Portê meşiya. Li vê meydanê jî mîtîngek lidar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û got, “Bi yekîtiyê em dikarin pêşî li faşîzm û dîktatoriyê bigirin.” Çalakî bi qîrîna dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” qediya.
HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî, Platforma ‘NA’ ya Eyaleta Nîedersachsenê mîtîngek lidar xist. Mîtîng li Gosîrîedeplatzê dest pê kir û tevî Kurdistanî û Tirkiyeyiyan, nûnerên MLPD û koma antî faşîst a Elman jî tevlî bûn. Ji AABF jî Ozgur Oz, berdevkê Kongreya Îslama Demokratîk, Şaredarê berê yê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglû û nûnerên ATÎF, HDK-E peyivîn.
HAMBÛRG: Mîtînga li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Bi hezaran kesên li stasyona navendî ya Hambûrgê li hev civiyan, di destpêkê de meşiyan. Piştre belavoka li ser navê Hewldana Na ya Bakurê Elmanyayê hat amadekirin, di mîtînga piştî meşê de hat xwendin.
MANNHEÎM: Platforma ‘NA’ ya bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, kon veda û belavokên bi 3 zimanan belav kir.
KOLN: Endamên Platfromê yên ku li semta Porz û Nîppes ên Kolnê stand vekirin, ji ber çi wê bêjin NA agahî dan û belavok belavkirin. Platforma NA ya Kolnê wê roja Sêşemê li semta mûllheîm, Çarşemê li semta Ehrenfeld û roja Pênçşemê jî wê li semta Chorweîlerê standan vekin. Endamên platformê, banga serdana standan li gel kirin.
STOCKHOLM: 4. Kongreya Jinên Kurd a Amara, duh li paytexta Swêd Stockholmê pêk hat. Li ser navê tevgera jinan Jînda Dîlok peyivî. Dîlok bang li hemû jinan kir, ji bo referandûma 16’ê Nîsanê ku dengdana wê ya li Swêdê wê di 8-9’ê Nîsanê de pêk were, seferber bibin ku dengê ‘NA’ bi ser bikeve. Piştî nirxandinan, meclîsa ji 39 kesan hat hilbijartin. Îmran Karaer, Nûşîn Balik, Saîme Oz û Şukran Amed jî weke berdevkên Meclîsa Jinên Kurd a Amara hatin hilbijartin.