
Piştî 9. Civata Giştî ya KONGRA GEL ku di navbera 30'ê Hezîranê û 5'ê Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat, KONGRA GEl û KCK'ê helwesta siyasî ya bingehîn a di dema pêş de li çar parçeyên Kurdistanê bê şopandin, bi belgeyekê ji rayagiştî re eşkere kirin. Di "Belgeya Helwesta Siyasî" de, der heqê pêvajoya çareseriya siyasî û demokratîk de biryarên hatine wergirtin tê nîşandan. Li gorî vê yekê rewşa heyî ya agirbestê û plana vekişînê di 9. Civata Giştî de hatiye erêkirin û biryar hatiye dayîn ku li dijî êrîşên gengaz ên hêzên cûda, gerîla ji bo parastina aktîf her amade bin. Di Civata Giştî de biryar hat dayîn ku "Eger AKP pêvajoyê sabote bike yan jî bikeve nava helwesteke mijûlkirin û xapandinê" wê li gorî sekna Ocalan tevgera Kurd helwestê nîşan bide.
´Tevgera azadiyê têk naçe´
Di 'Belgeya Helwesta Siyasî' de hin encamên di 9. Civata Giştî de derketine holê weha ne: "Berxwedana Şoreşger a bi şêwaza Pêngava Şerê Gel ê Şoreşger li Bakurê Kurdistanê di salên 2011-2012'an de hat meşandin, planên hukûmeta AKP'ê yên 'bi çekê tinekirina PKK'ê' pûç kiriye û careke din nîşan daye ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, têk naçe. Bi destpêka sala 2013'an re, di têkoşîna li Sûriyê de lêgerîna çareseriyê xwe da û gengaziya pêkhatina vê bi rêya lihevkirina siyasî, derketiye holê. Di vê rewşê de, avabûna demokratîk a netewa Kurd ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê re derket holê, weke yek ji hêzên bingehîn ên çareseriya demokratîk bûye xwedî girîngiyeke mezin. Ev rewş di heman demê de polîtîkayên hukûmeta AKP'ê yên li dijî vê qadê, pûç kiriye.
Konsepta şer a AKP´ê bi ser neket
Hukûmeta AKP'ê, piştî ku di polîtîkayên xwe yên Sûriyê de têk çû û konsepta şerê giştî yê li dijî PKK'ê wenda kir, bi nêzîkbûna hilbijartinan re neçar ma li ser bingeha gotina "Bila çek bêdeng bibin, fikir û nêrîn biaxivin" dest bi guhertinekê kir. Rêber Abdullah Ocalan jî ev rewşa tengav a AKP'ê ya li hemberî Tevgera Azadiyê nirxand û pêwistî dît, li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de bi heyeta dewletê re ji nû ve dest bi diyalogê bike. Bi vî rengî pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Di encama gotûbêjên li ser vê bingehê de Nexşeya Rê amade kir û piştî ev nexşe ji aliyê Tevgera me û hukûmeta AKP'ê ve hat "erêkirin" di Newroza Amedê de banga dîrokî ya azadî û demokrasiyê kiriye. Der heqê pirsgirêka Kurd de bang li hemû aliyan kiriye ku çekan bêdeng bikin û pirsgirêkê bi têkoşîna siyasî çareser bikin.
AKP gav neavêt
Di Belgeya Helwesta Siyasî de her weha hat diyarkirin ku qonaxa yekemîn a vê pêvajoya aştiyê bi 1'ê Hezîranê re bi serketî temam bûye û Tevgera Azadiyê ya Kurd niha jî ji bo wezîfeyên qonaxa duyemîn dixebitin. Hat diyarkirin ku tevî vê yekê hukûmeta AKP'ê ji bo qonaxa duyemîn heta niha gav neavêtiye û bi helwesta mijûlkirin û helwesta zextdar a li dijî çalakiyên girseyî yên demokratîk, li pêşiya pêvajoyê dibe asteng.
Helwesta pêvajoyê
Li gorî "Belgeya Helwesta Siyasî" biryarên di 9. Civata Giştî ya KONGRA GEL de hatine wergirtin weha ne:
- 'Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' a Rêber Apo bi Nexşeya nû ya rê û banga Newrozê re diyar kir, ku pêngava têkoşîna demokratîk e were qebûlkirin û hemû wezîfeyên pêwîst ên pêvajoyê bi awayekî serketî bicih werin anîn.
- Li ser vê bingehê, biryara agirbesta 23'ê Adarê û rewşa vekişîna gerîla ya ji aliyê Serokatiya Konseya Rêveber ve hatiye wergirtin, bê erêkirin.
- Heta ku rewşeke nû rû nede, hêzên HPG'ê di rewşa agirbestê de be û planên vekişînê bicih bînin. Vê yekê bi pêvajoya çareseriya siyasî ya demokratîk re di nava hevdengiyekê de bimeşîne.
- Ji bo zexta siyasî li ser hukûmeta AKP'ê bê kirin, li ser bingeha serhildanên gel pêngava têkoşîna siyasî bi beşdariya hemû hêz û beşên civakê, bi awayekî bi bandor bê meşandin.
- Ji bo serhildanên gel li gelemperiya Tirkiyê were belavkirin û biryarên Konferansa Aştî û Demokrasiyê bicih werin anîn, xebateke dorfireh a çalakî û rêxistinbûyînê bê meşandin. Li Tirkiyê, siyaseta demokratîk were rêxistinkirin û ev yek bi hêzên demokratîk re di asta seferberiyê de were meşandin.
- Li hemberî êrîşên gengaz ên hêzên cûda, gerîla her tim di rewşeke çalak a parastinê de amade bin. Eger pêwîst bike, mafê xwe yê bersivdayînê bikar bîne.
- Eger ji aliyê AKP'ê ve pêvajo were sabotekirin an jî veguhere polîtîkayên mijûlkirin û xapandinê, li gorî sekna Rêber Apo, rêveberiya me helwestê nîşan bide.
- Li Rojavayê Kurdistanê, siyaseta li ser bingeha xeta sêyemîn were xurtkirin, rêveberiya hilbijartinê ya demî bê îlankirin û rêveberiyeke xweser a Kurd bê avakirin.
- Li Başûrê Kurdistanê, têkoşîna me ya xeta modernîteya demokratîk û cihêrengiya me nîşan dide, bi awayekî çalak bê meşandin. Ji bo hilbijartinên pêş ji aliyê hêzên demokratîk ve were qezençkirin û Konferansa Netewî ya Kurdistanê li hev bicive, hewldan werin kirin.
- Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo dewamkirina agirbesta heyî ya navbera dewleta Îranê û PJAK'ê de, xebat bê meşandin. Li hemberî helwestên gengaz ên cûda yên rejîma Îranê, amadekarî bên kirin.
ANF/BEHDÎNAN