Li paytexta Almanya Berlînê di pêşengtiya Rewşenbîrên Azad yên li Berlînê de semînerek li ser Komara Kurdistanê (Mahabadê) semînerek hat lidarxistin. Di Semînera ku ji alî Kurmanc Harikî ve hat rêvebirin de, nivîskar û lêkolîner Kakşar Oremar gotarek pêşkeş kir.

Di destpêka semînerê de kurtfîlmek li ser Komara Kurdistanê ya ji aliyê lêkolîner Oremar ve hatî amadekirin, hat temaşekirin. Piştî kertefîlmê Oremar gotara xwe pêşkeş kir. Lêkolîner Oremar bi tundî li dijî pênasekirina komarê bi navê Mahabadê jî derket û teqez kir ku navê rastîn yên li saziyê hatî kirin Komara Kurdistanê ye, Mahabad wek navend û paytexta wê bûye.

Her wiha Kakşar Oremar di semînerê de derbirî ku her çiqas temenê Komara Mahabadê 11 mehan be jî li ser gelê Kurd bandorek mezin çêkiriye. Her wiha Lêkolîner Oremar bi bîr xist ku giyan û hizira Qazî niha li Rojavayê Kurdistanê zîndi ye, û Qazî rê nîşanî gelê Kurd dike. 


Rih û can dane hîsên neteweyî yên Kurd

Oremar li ser wateya navê Mahabadê jî ev agahî dan: “Mahabad ango Mijava, Kurd dibêjin Madabad e, li nêzî Mahabadê goristanek heye ku dibêjin hind padîşahên dewleta Mad an jî Med li wir in. Di jêderên Îranî de, wek mij - abad û meh - abad jî derbas dibe.”

Nivîskar Oremar li ser pirsa “ Gelo hin dokuman û jêderên nivîskî ji wê de me hene?” jî wiha bersivand: “Qazî Muhammed û Partiya Demokrata Kurdistanê manîfestoyek hebûn. Ew manîfesto li pey têkçûna rêxistina JKAF’ê hatiye dirustkirin. Ew bername niha jî heye. Girîngiyeke din a vê bûyerê jî ev e ku li dû têkçûna serhildana Simkoyê Şikakî rih û can dane hîsên neteweyî yên Kurdî. Wekî din jiyana siyasî ya Kurd li Îranê derbasî qonaxeke nû kirin. Êdî pirsgirêka Kurd li Îranê jî wek pirsgirêkeke bingehîn heta roja me berdewam kiriye.”


Qazî ne girêdayî rayedarên Sovyetan bû

Oremar di semînerê de bîranînek hevjîna Qazî Mihemed Mîne Xanimê bi beşdaran re parve kir: “Mine Xanim vedigot; di sala 1985’an de dema ez girtim, bi pora min ez di erdê re kişandim û digotin, hey qehbe, eger ne ji mêrê te bûya, me çi car meseleya Kurd nebû.”

Oremar li ser babeta peywendiyên di navbera Komara Kurd û Sovyetê de an jî dewletên jî wiha axivî: “Me hîç belgeyeke fermî nîne ku Sovyetê gotibe; em amade ne dewleteke serbixwe bidin Kurdan an jî Azeriyan. Bi tenê xwestine wê hêzê li hemberî dewlata Îranê ji bo wergirtina îmtiyazan bikar bînin. Rayedarên Sovyetê li herêmê bûne û têkilî her hebûye, mixabin li ser wê babetê hîç jêdereke nivîskî bi dest neketine. Lê peywendiyên Sovyetê bi Azeriyan re ku nûneriya wê Bakirov dikir xurtir bû. Mirov dikare bêje ku Qazî hinde bi gotinên rayedarên Sovyetê ve girêdayî nebû.


Nêrînên cihê bene

Her wiha lêkolîner Oremat derbarê hevkarî û nakokiyên di navbera Qazî û Mele Mistefa de wiha peyivî: “Min li ser vê babetê jî hind nêrînên cihê hene, lê ne ji devê Barzanî. Qazî wek kesekî pir karîzmatîk, xwende û têgihiştî gelek îmtîyazên wî ji Barzanî bilindtir in. Cegerxwîn di jînenîgariya xwe de behs dike, wêneyek wan ya li gel hev heye û Mele Mistefa dibêje xweziya me ew wêne jî nebûya. Mesûd Barzanî ji devê Mele Mistefa wiha dibêje: Bavê min her digot; min gote Qazî; were em biçin çiyan û şerî bikin, tu her serokkomarê min û ez jî pêşmergeyekî te me.”


Babeta ala Kurdî

Oremar li ser îdiaya ku Qazî ala teslîmê Mele Mistefa kiriye jî ev agahî parve kirin: “Ew gotina ku Qazî Muhammed ala daye Barzanî ji binî ve şaş e. Ew alaya serdema komarê û ev alaya ku îro li Başûr tête hildan ne heman ala ne. Ew alaya ku roja 17’ê Kanûnê hatiye hildan; tê gotin ku rayedarên komelaya JKAFÊ alaya Xoybûnê rakirine, piştre ew guheriye. Di alaya komarê de gulegenim û guleceh li ser in, pênûs tê de heye û wisa jî rengê alaya Îranê jî guherandine. Tawaneke ku Qazî pê tê sûcdarkirin jî ew babeta guherandina alayê ye. Qazî di parastina xwe de wek kesekî qanûnzan dibêje; di destûra bingehîn de nehatiye gotin ku kesê rengê alayê biguherîne dê bê dadgehkirin.” 


Xebatên Komara Kurdistanê

Kakşar Oremar xebatên ku di ew dema kin de hatîn kirin jî wiha bibîr xist: “Di demeke pir kin de gelek xebatên çandî kirin, salname amade û çap kirin, pirtûka Seleheddînê Kurdî weşandin, bi rêka şanoya Dayîka Niştiman û xebatên din hestên neteweyî yên Kurdî him zana kirin û him jî geş kirin. Şairên wek Hêmin, Hejar û Sebihî ji gel re helbestên xwe dixwendin û hwd…” Her wiha Mahabad îro jî navenda hestên neteweyî ya Kurd e. Dewleta Îranê îro jî pir hesabê li Mahabadê dike.”


Babeta radestbûna Qazî


Lêkolîner Kakşer Oremar derheqa rastbûna Qazî Mihammed de wiha axivî: “Nexwest komkujiya ku li Tebrêzê çêbû, li ser gelê Kurd jî dubare bibe. Wê demê eşîretên Memgur û Mamer tev de talanker bûn û xwe amade kiribûn ku li gel dijmin êrîş bikin. Niha jî hemû caşên dewleta Îranê ne. Nexwe komarê dikarîbû li ber xwe bide, ji ber ku li gel pêşmergeyên Barzanî 12 hezar leşkerên komarê hebûn. Sovyet şûnde vekişiya, nekarî bimîne. Her wiha aliyekî nayê zanîn jî ev e ku Qazî di encama  referandûmeke de ev biryar girt. Pêşî bi rayedarên Azerî re rûnişt, piştre bi gel re kom bû. Qazî behsa du riyan kir û da zanîn ku yek ji wan şer e û xwest bizanin ku şer çi karesatan dikare bîne pêşiya gel. Ji bilî sê kesan tevan got; em şer nakin.

Wekî din helwesta Qazî û ya Sokrat heman helwest in. Sokrat jî dizanibû dê bihê kuştin lê ji mirinê netirsiya, di dadgehê de dijberên xwe mehkûm kirin. Qazî bi dehan caran gotibû ku ez dizanim kuştina min misoger e, lê bila bi mirina min kîna wan ji ser milet belav bibe. Qazî wek daxwaza dawî jî dibêje çavên min girênedin, ez dixwazim di berbangê de li ronahiya welatê xwe binêrim û paşê bimirim. Eger îro jî pirsa Kurd li Îranê dihê axaftin ew jî li dû serhildana Simko, Şêx Ubeydullah wisa jî sedemeke girîng jî Komara Kurdistanê ye.” 


YEKO ARDIL/BERLÎN