Helwestek cidî nîşan bidin
Rojnameger Kemal Reuf: “PDK û YNK ku her yek peywendiyên xwe li gel İran û Tirkiyê bi hêz in, ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî kar dikin.Li beramberî van êrişan bêdengin û helwestek cidî nîşan nadin.”
Parlementera koma Goran a Iraqê Bahar Mehmûd got, hikûmeta Ebadî derheqa dagirkirina dewleta Tirk a li xaka Başûr Kurdistanê de biryarek girtibû û divê hikûmeta nû vê biryarê têxe meriyetê. Her wiha rojnameger Kemal Reuf jî got aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo êrişên ser herêmê PKK weke hincet dibînin, lê ev ne hincet e û divê li dijî êrîşan helwestek cidî nîşan bidin.
Hikûmeta nû ya Iraqê roja 21’ê Mijdar, biryarên hikûmeta berê ya Ebadî ku ji 1’ê Tîrmeha îsal heya 24’ê Cotmehê, betal kir. Di nav biryarên hatî betalkirin de, biryarên wekî danîna gumrikên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de û bersivdayîna destdirêjî û êrîşên Tirkiyê yên li ser Iraqê jî hebûn.
Divê hikûmeta nû wan biryaran pêk bîne
Parlementera koma Goran a li parlementoya Iraqê Bahar Mehmûd derheqa vê yekê de got: “Divê hikûmet girêdayî biryara hikûmeta berê ya derbarê binpêkirin û êrîşên Tirkiyê yên li ser axa Iraqê de, bimîne. Heya niha jî hikûmeta nû girêdayî biryarên hikûmeta berê ye. Pêwîste ev biryarên di berjewendiyên welatiyên Iraqê de ye werin pêkanîn. Erka hikûmeta nûye ku biryarên berê hatine girtin, di ber çavan re derbas bike û di çarçoveya qanûnî de biryareke baş bide. Eger biryarên hikûmeta berê ya Ebadî ne ji derveyî destûrê be divê hikûmeta nû wan biryaran pêk bîne.”
Her wiha Bahar Mehmûd got, di bernameya Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî de ti tiştek derbarê binpêkirinên dewleta Tirk de nîne û da xuyakirin ku wê Tevgera Goran di dema pêş de her xwedî helwêst be.
Lli hember êrîşên Tirkiyê bêdeng in
Rojnamegerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Kemal Reuf jî derheqa dagirkeriya dewleta Tirk de peyivî. Kemal Reuf got, divê Tirkiye ji serweriya xaka Iraq re hurmertkar be û êrişên xwe rawestine.Tirkiye bi salan e bê ser û ber êrişî xaka Başurê Kurdistanê dike û di van êrişan de xelkên sivîl dibin qurbanî. Ji bo rawestandina van êrişan pêwîstî bi helwestek cidî heye. Divê ji bo rawestandina van êrişan zext li Emerîka û Yekitiya Ewrûpa jî bê kirin, ji ber ku dema berpirsên herêma Kurdistanê daxuyanîyên li dijî van êrişan didin hêceta derdixin. Divê Tirkiye rêz ji serweriya xaka Iraqê bigre û van êrişên xwe yên bi hinceta PKK’ê rawestine. Divê parlementerên Kurd yên li parlementoya Iraqê jî ji bo rawestandina van êrişan kar bikin.”
Helwestek cidî nîşan nadin
Reuf bêdengiya aliyên siyasî yên Başûr, Hikumet û Parlementoya herêma Kurdistanê jî rexne kir û got: “Bêdengiya aliyên siyasî jî wê bikeve nava pelên dîrokê. Bi taybet PDK û YNK ku her yek peywendiyên xwe li gel İran û Tirkiyê bi hêz in, ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî kar dikin û li beramberî van êrişan bêdengin û helwestek cidî nîşan nadin. PKK li hemû Kurdistanê heye, divê ji bo êrişkirina xaka herêmê PKK nebe hincet û divê partiyên siyasî, parlemento û Hikumeta herêmê helwestek cidî nîşan bidin.” n ROJNEWS/SILÊMANÎ