Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal li ser avakirina Kongreya Neteweyî û operasyona Mûsilê fikra xwe anî ziman. Kartal îşaret pê kir ku di civata giştî ya Kongra Gel a meha Tebaxê de biryar hatiye dayîn ku ji bo avakirina Kongreya Neteweyî xebatan bimeşînin. Kartal got, biryara wan e ku bi rêya raya giştî ya li çar parçeyên Kurdistanê, rêxistinên medenî û aliyên siyasî yên mayî zextê li wan aliyên siyasî bikin ku werin nava Kongreya Neteweyî. 

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal li ser civîna Kongreya Neteweyî got, wan weke xebateke stratejîk ev yek daniye ber xwe û di destpêkê de ew ê bi tevahiya aliyan re bipeyivin, ew ê di nava raya giştî ya Kurd, rêxistinên medenî û partiyên siyasî de ji bo hatina cem hev û pêwistiya Kongreya Neteweyî ji bo diyarkirina stratejiyeke neteweyî xebatê bimeşînin. Kartal got, heke destpêkê hin alî cihê xwe tê de negirin jî ew ê xebata xwe bimeşînin û bikin ku raya giştî ya Kurd û rêxistinên medenî zextê lê bikin û bikin ku ew alî jî bê nav Kongreya Neteweyî.

Kartal li ser pirsekê got, halê hazir PDK di xeteke dûrî Kongreya Neteweyî de ye, lê belê ew ê xebatên xwe di nava gel û rêxistinan de dewam bikin ji bo ku PDK jî cihê xwe di nava Kongreya Neteweyî de bigire. Remzî Kartal got, ew ê di vê yekê de bi israr bin, lê belê eger aliyekî siyasî rexmî hemû hewldanan û heta dawiyê bi israr be di Kongreya Neteweyî de cihê xwe negire jî, ew ê xebatên xwe dewam bikin û xebatên avakirina Kongreyê ranewestînin.


Helwêstekê hevbeş wê hemû partiyan bîne nav Kongreyê

Li ser pirsa ka gelo realîst e ku partiyeke wekî PDK´ê cihê xwe tê de negire û Kongreya Neteweyî bicive, Kartal got: “Çareseriya pirsgirêka Kurd li her çar parçeyan halê hazir guncaw e, lê belê astengiyeke herî sereke li pêşiya siyaseta Kurd ew e ku stratejiyeke neteweyî ya Kurd nîne. Ji ber vê yekê jî Kongreya Neteweyî ji bo diyarkirina vê stratejiyê de pirr girîng e; lê belê îro PDK ji bo pêknehatina wê bi rolekî gelekî negatîf radibe. Lê belê partiyên din jî xwedî kêmasiyên mezin in. Mesela li Başûrê Kurdistanê heger tevahiya aliyên siyasî û rêxistinan bibin xwedî yek helwêst, ev helwêst dikare zextê li PDK´ê bike. Ji ber vê yekê jî dema di nava gel de, rêxistinên medenî siyasî û partiyên siyasî de helwêsteke hevbeş, yekgirtî hebe, hingê partiyek, rêxistinek ne di nava kongreyê de be jî biryarên wê rewa ne. Hingê lli Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat, kongre biryareke bi çi rengî be jî bide, gelê Kurd wê qebûl bike.” 


Xaleke gelekî stratejîk e

Kartal wekî din bi bîr xist ku di çêbûna şuûreke giştî ya neteweyî de helwêstên hin partiyên siyasî bi roleke negatîf radibin û got, “Geva ku mirov rexmê vî jî xebatê bimeşîne, û encaman derêxe holê, hingê bi rastî jî li ser ruhiyeta gelê Kurdistanê tesîreke mezin dike. Û ev ruh û manewiyat û şuûr ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê xaleke gelekî stratejîk e. 


Serdana HDP´ê hêvî çêkir

Li ser pirsa elaqedarî serdana heyeta HDP´ê ya li Başûrê Kurdistanê jî Kartal ev serdan weke gaveke girîng ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera partiyên Kurd de nirxand û got, “Yek ji meseleyên herî esasî ew e ku di nava partiyên Kurd de diyalogeke neteweyî nîne. Ji bo çareseriya pirsgirêkan beriya her tiştî diyalog divê. Hem li Başûrê Kurdistanê alozî mezin e di navbera partiyên siyasî de heye, siyaset xitimiye, parleman asê ye. Ji bo ku ev xitimîn li paş were hiştin, pirsgirêk werin çareserkirin diyalog ferz e. Serdana HDP´ê hewayeke erênî çêkir. Hem ji bo partiyên li Başûr pirsgirêkên wan hene û hem jî bi partiyên parçeyên din re zemînek ava kir. Heke kar û xebatek di vê çarçoveyê de bimeşe, partiyên Kurd di serî de PKK û PDK diyalogeke baş were bi pêşxistin, hingê PDK û Barzanî dikarin bi dewreke erênî rabin ji bo çareseriya li Bakurê Kurdistanê jî. Lê belê îro tabloyeke wisa nîne, diyalog di navbera van aliyan de nîne. Ji ber vê jî gava yekemîn ji bo çar parçeyên Kurdistanê divê diyalog di nava partiyên siyasî de hebe, karibin bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em hêvî dikin di çarçoveya projeya HDP´ê de û partiyên pirsgirêkên wan heyî de, zemînê çêbûyî were bikaranîn, axaftinên aliyan bikevin pratîkê. Hingê di navbera PDK û PKK´ê de di navbera partiyên siyasî yên Başûr de diyalog dest pê bike, ev ji bo çareseriya pirsgirêkên Başûr û Bakur lê belê her wiha yên li meydana dîplomasiyê jî wê hêviyeke mezin çêke.



Meseleya gelê Kurd û Kurdistanê ye

Li ser pirsa elaqedarî êrişên topyekun ên dewleta Tirk li dijî meydana siyasî ya Kurd, Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bi bîr xist ku pirsgirêk ne bi tenê Erdogan e, lê belê dewleta Tirk ji sala 1923´yan ve li ser înkar û tinekirina gelê Kurd ava bûye û wiha dewam kir: “Dewlet gelekî tengav bûye li hemberî bipêşketinên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tengav bûye û bi hemû mekanîzmayên xwe seferber bûye. Li hemberî vê seferberiya dewleta Tirk gelê Kurd jî divê seferber bibe. Berxwedanek heye, gerçî, lê belê divê herkes bizane, ev mesele ne tenê meseleya HDP, DBP yan jî tevgera azadiyê nîne, ev mesele, meseleya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dewlet dixwaze destketiyên gelê Kurd têk bibe.”


Yeknebûna Kurdan li Başûr û Rojava neerênî ye

Li ser pirsa israra Tirkiyeyê di beşdarbûna operasyona Mûsilê de Remzî Kartal îşaret bi girîngiya hêza gelê Kurd a li Rojhilata Navîn kir û wiha peyivî: “Li Rojava, şoreşa Rojava gihişt astekê ku di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de bibe aktorekî sereke, îro li Başûr, di operasyona Mûsilê de jî Kurd bûne hêzeke esasî, tevî hêzên pêşmerge, YBŞ, HPG û YJA Starê. Dewleta Tirk vê dibîne, dibîne ku li hemberî hêzên gerîla wê hikûmeta Iraqê xwedî helwêsteke erênî be. Tirkiye israr dike, ji bo ku pêşî li hêzên YBŞ´ê, HPG´ê û YJA Starê bigire. Ji ber wê weke hêzeke neqanûnî bi cih bûye li Başîqê. Dixwaze pêşiya pêvajoya li herêmê ji bo gelê Kurd pozîtîf diherike, bigire. Lê belê Kurd jî divê tevî hemû partiyên siyasî hişyar bin, ji ber ku ev ne tenê ji bo parçeyekî yan jî partiyekê xeter e, ev bi giştî ji bo gelê Kurd tehlûke ye. Divê partiyên siyasî, rêxistinên medenî, rewşenbîr vê rewşê bi hesasî bişopînin û bibin xwedî helwêst, li dijî bin. Divê hemû partiyên Kurdistanî deng û helwêsta xwe bikin yek da ku Tirkiye destdirêjiyê neke li Başûrê Kurdistanê û li Rojava. Yeknebûna Kurdan li Başûr jî, li Rojava jî bi roleke neerênî radibe. Bawerî û hêviya me ew e ku raya giştî ya Kurd wê bike ku ev ji holê rabe û Kurd û Kurdistan wê bi ser kevin.”


LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN