• Berhevkariya tiştên etnografîk, çanda civakî li Rojavayê Kurdistanê weke alternatîfeke li muzexaneyan bi pêş dikeve. Yek ji kesên vê dike jî Hizniya Osman a ji Tirbespiyê ye. Bi ya wê firaqên mitbexa Kurdî li gorî mezinahiya malbatên Kurdî mezin bûne.
ROJ HOZAN JINNEWS/QAMIŞLO Hizniya Osman yan jî Keça Kurd, gelek berhemên çandî, hunerî û folklorî berhev dike û diparêze. Ew vî karê xwe weke "şoreşa hebûna nirx û nasnameya mirov" dibîne. Meseleya berhevkirina tiştên bîr û nasnameçêker, meseleyeke giran e ku li ser awayên wê jî minaqeşeyên cidî hene. Gelo divê ev kar tenê "sterîl" bê kirin, yanî tenê bi destê pisporan û bi dezgehên fermî ev karê parastin û avakirina bîr û nasnameyên civakî bê kirin? Yan gelo divê derfetên xelkê jî hebin ku bi awayê xwe li mekanên bêhtir li wan û derdora wan vekirî bê kirin? Hizniya Osman aliyekî bersivê ye weke gelekên din ku mala xwe hema hema veguherandine muzexaneyan li Rojavayê Kurdistanê. Hizniya Osman yan jî Keça Kurd ji Gundê Maşoqê yê Tirbespiyê ye. Wê ji alavên kevin koleksiyonek çêkiriye. Ew ji alavên nava malê, heta bi yên çandiniyê, ji cilûbergan heta bi berr û merşan berhev dike. Hizniya ji bo xwedîderketina çanda kevnar dibêje, "Berê ji ber ku teknolojî ewqasî bi pêş neketibû, keda destan bêtir derdiket pêş. Ji bo avakirina alavan mirovan gelek ked dida. Ji ber ku her diçe teknolojî bi pêş dikeve, alavên berê jî bi navê xwe tên jibîrkirin. Ji bo ev yek neqewime divê em li çanda xwe, xwedî derkevin." Xelk berê bi barê hev radibûn Hizniyayê li ser vê meselê gelekî serê xwe diêşîne û gotina xwe dibilîne: "Berê mirovan kedeke pîroz dida. Mirovan bêhtir bi keda destên xwe kar dikir û ji xwe re alav çêdikirin. Jixwe mirovan pirr alîkarî dida hev û di gundekî de mirov hemû bi barê hev radibûn. Wexta çandiniyê yan jî çinînê, mirovan alavên cotkariyê didan hev, civat bûn. Jin û mêran bi hev re ked dida û xweşiya jiyana hevbeş jî ev yek bû." Bi hesreta wan rojan e  Hizniyayê balê dibe ser firaqên metbexa Kurdîjî: "Metbexa Kurdî bi xwarinên xwe dewlemend e û di çêkirina alavên xwarinê de jî hewildanek hebû. Di metbexa Kurdî de kevçî, sifre, sênîk, kevgîr, çaydan, tasikên avê hemû ji sifr dihatin çêkirin. Berê tahma xwarinê di firaqên sifr de pirr xweş bû û malbat hemû li derdora sifrê kom dibûn. Ew ken, henek, civat û dilnizmiya me pirr xweş bû. Ji ber malbat mezin bûn firaqên metbexa Kurdan jî mezin û fireh dihatin çêkirin. Ez hesreta wan rojan im. Ji bo wê min dixwest qet nebe alav li ber çavên min bin. Parastina çandê jî weke şoreşeke nirx û nasnameya mirov e." Weke muzexaneyeke çandiniyê Ji bo alavên çandiniyê yên di mal-muzeya xwe de ew dibêje, "Das û qînax hene. Ev herdu bi hev re, di çinîna erdan de dihatin şixulandin. Das ji bo birrîna simbilan, çinîna nîsk, ceh dihat çêkirin. Her wekî din çinqal hene, ew jî ji bo hilgirtina çewalan dihat bikaranîn. Li gel min melhêbên kevnar jî hene. Melhêb jî ji darên hişk dihatin çêkirin. Dema ku mirovan berhem bi melhêbê kom dikirin bi cercereyê hûr dikirin. Jixwe piştî me berhemên xwe hûr dikirin, me li bêjingan dixist da ku em berhemên xwe paqij bikin. Jixwe dema ku li cotkaran dibû şev, bi fanûsan ser cercerêyê dixebitîn."