Çalakvanên Başûrê Kurdistanê ji ber derbaskirina sînorê Başûr û dagirkirina axa Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rexne dikin û dibêjin, Tirkiye di herêmên dibin kontrola PDK’ê de dikeve Başûrê Kurdistanê û dagirkeriyê dike. Her wiha çalakvanan diyar kir ku mijara dagirkeriyê mijareke neteweyî ye û helwêsteke neteweyî ferz dike.
Ne ti peywendî ne
Çalakvan û Cîgirê Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê Enwer Hisên Bazgir diyar kir ku têkilî û siyaseta ku PDK esas digire rê li dagirkeriya Tirk vedike û got, “Herî zêde peywendiyên PDK’ê li gel dewleta Tirk hene. Tê dîtîn û bi belge ye ku dewleta Tirk di herêmên di bin kontrola PDK’ê de sînor binpê dike. Guman li ser têkiliyên dewleta Tirk û PDK’ê hene ku pirr tendûrist nînin û her wiha ne peywendiyeke li gorî prensîbên neteweyî ye.”
Heke alîkariyê nekin nikarê bi PKK
Enwer her wiha da xuyakirin ku heger Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK alîkariya Tirkiyeyê neke, wê dewleta Tirk nikaribe Başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha pê de çû, “Heger alîkariyê nedin dewleta Tirk, ew ê nekaribe li hemberî têkoşîna Bakurê Kurdistanê û PKK’ê bi ser keve.”
Xweragirî erka civakê ye
Endamê Rexistina Aşitî û Azadiyê Hîwa Omer jî dibêje, li dijî dagirkeriyê rabûn, tenê erka partiyekê nîne, helwêsteke neteweyî jê re divê. Omer di dewama axaftina xwe de da zanîn ku erka rêxistinên civaka medenî û çalakvanên medenî ye ku li dijî dagirkeriyê rawestin.
Ev pirsgirêkeke neteweyî ye
Hîwa Omer di dewama axaftina xwe de jî diyar kir ku ji ber nakokiyên navxweyî yên di navbera partiyên Başûrê Kurdistanê de wan nekarîye pirsgirêka dagirkeriyê bikin rojeveke neteweyî û got, “Bi dîtina min, pirsgirêka dagirkeriyê pirsgirêkeke neteweyî ye. Ji ber vê divê hemû welatiyên Başûr jî li dijî dagirkeriyê rabin û erka xwe pêk bînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN