RED Music Digitalê ji ber ku stranbêjê TRT´ê Berdan Mardini strana hunermendê wê Ciwan Haco ya bi navê Nisrînê bê destûr û bi îdîaya anonîm e got, xwest, Berdan Mardini vê yekê sererast bike û rêzê bigire ji mafên Ciwan Haco re.

Stranbêje kanala dewleta Tirk TRT´ê, Berdan Mardini strana Nisrînê ya Ciwan Haco got, di klipa xwe de jî di kunyeya stranê de anonim nivîsî. Berdan Mardini tevî vê jî li ser ya xwe ma û îdîa kir ku stran anonîm e. RED Music Digital li ser mijarê got, “Ne rast e ku Berdan Mardini yê ku strana Nisrînê gotiye, di kunyeya wê de ´anonîm´ nivîsiye, ti maneya wê nîne. Em li bendê ne ku ev yek bê sererastkirin û îhtîram nîşanî mafên hunermendê me Ciwan Haco bê nîşandan.”

Stranbêjê dewleta Tirk ku di kanala wê ya li dijî Kurdî ya TRT´ê de bername çêkirine, beriya bi 9 mehan strana Ciwan Haco ya bi navê Nisrînê kire klîp û di wê klîpê de ji bo vê stranê got, gotin û muzîk anonîm e. Li ser vê yekê gelek nerazîbûn di bin hesabê youtube de di bin vê klîpê de hatin novîsandin. Wan jî îşaret bi wê yekê kir ku stran besteya Ciwan Haco ye. Lê Berdan Mardini îdîa kir ku wî lêkolînên xwe kirine û stran anonîm e.

Li ser vê yekê me ji Red Music Digitalê pirsî ka rastiya meselyê çi ye. Lewma RED Music Digital, niha albûma 1971´ê ya Ciwan Haco ya bi navê Emînayê remaster dike û wê ji nû ve dijîtal biweşîne. Ha di wê albûmê de strana Nisrînê hatiye gotin. Jixwe, di albûma RED Music Digitalê derxistî ya dawî ya bi navê Felek a Ciwan Haco de jî ev stran ji nû ve dihat gotin.

RED Music Digitalê di bersiva xwe de got, “Strana ´Nisrînê´ ya ku Ciwan Haco bestekarê wê ye û wî ew gotiye, gotinên wê bixwe yên Dilber Haco ne.” Bi vê jî eşkere xuya dibe ku Berdan Mardini ev strana hanê bêyî ku ti destûrê bistîne diziye.

Ne rast e bila rast bike

RED Music Digital li ser meseleyê agahiyan wiha dide: “Hunermend (Ciwan Haco) dema ku 14 salî bû, sala 1971´ê di albûma xwe ya bi teybê qeydkirî ya bi navê Emîna de ev stran cara pêşî gotiye.”

RED Music Digitalê wekî din da zanîn ku ev albuma pêşî ya Ciwan Haco ew ê ji nû ve biweşînin.

Li ser mijara weke anonîm binavkirina strana Ciwan Haco ji aliyê Berdan Mardini ve jî RED Music Digitalê got, “Ne rast e ku Berdan Mardini yê ku strana Nisrînê gotiye, di kunyeya wê de ´anonîm´ nivîsiye, ti maneya wê nîne. Em li bendê ne ku ev yek bê sererastkirin û îhtîram nîşanî mafên hunermendê me Ciwan Haco bê nîşandan.”

Xwe li pey fermiyeta dizan vedişêre

Ka Berdan Mardiniyê dizê strana Nisrînê wê çawa bersivê bide vê daxwaza nazik û mutewazî ya RED Music Digitalê, em pê nizanin; lê em pê dizanin ku ew xwe li pey fermiyeta dewleta Tirk a dagirker vedişêre. Ew dewleta ku bixwe bi sedan stranên Kurdî yên hunermendên mîna Tehsîn Taha, Mihemed Arif Cizrawî bi hunermendên TRT´ê dan dizîn. Yanî TRT beriya Kurdiya wê hebe jî diz bû, niha jî hunermendên wê bi Kurdî be jî didizin.

 

FRANKFURT

 
 

Diziya sedsalê

 

Demeke dirêj hunermendên Tirk, lê her wiha hunermendên Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirk TRT´ê stranên Kurdî dizîn û xwestin wan bikin malê çanda Tirkî. Ango li vir ne diziyeke ji kesan tenê hebû, diziyeke ji zimanekî û ji miletlekî jî hebû. Ji bilî stranên gelêrî, wan gelek stranên hunermendên bi nav û deng ên Kurd jî bê şerm û heya dizîn, ji ber ku dewleta Tirk li pişta wan bû. Li jêr em ê çend mînakan bidin ku ji di nava behra Wanê de belkî heskek av bin:

  • “Ez kevok im” a  anonîm (bi Mihemed Arif Cizrawî meşhûr bû), Celal Guzelses weke “hele yar zalim yar” dizîbû.
  • Li gorî hinan kesan strana Leyla ya Zahid Brîfkanî ye, û li gorî hinên din ew straneke gelêrî ya Kirmanckî bûye serê pêşî. Lê Ozcan Deniz ew kire Tirkî û weke ku ya wî be got.
  • Strana “Seyran Mangî Nîsan e” ji stranên gelêrî ye ku li gorî hinan bi eslê xwe ji straneke Suryanî hatiye girtin.

Bulent Serttaş ew hema li ber gotinên Tirkî kiriye “Aglama yar”.

  • Strana “Cotyar” a Tehsîn Taha jî kete ber diziya Tirkî û Mehmet Ozbek ew li ber gotinên bi Tirkî got, weke “Beyaz gul kirmizi gul”.
  • Strana Zara ya Kurdî ya gelêrî jî, wê Mahsum Kirmizigul biziya û li ber gotinên Tirkî yên weke “oleyim” bigota.
  • Yek ji hunermendên stranên gelêrî û ne gelêrî yên Kurdî herî zêde dizî jî Îbrahîm Tatlises e; wî awaza Lorke Lorke, Lê dotmam, Pêşmerge, Canê Canê û gelekên din dizî û li gotinên Tirkî anîn.
  • Beriya Ibrahim Tatlises jî Izzet Altinmeşe herî zêde ji Kurdî dizîn. Wî awazên Lê nazê, Lê xanimê û gelekên din dizîn û li ber gotinên Tirkî gotin.