Şaredarê Tûşbayê Fevzî Ozgokçe, di civîna Meclîsa Şaredariyê de li ser îdîayên têkildarî karên nelirê yên 40 trîlyon lîreyî axivî. Vî Şaredarê AKP’yî li ser mijarê got, “Li holê karên nelirê nînin, hin mirovan karê xwe nebaş bi kar anîye.”
Şaredarê Tûşbayê Fevzî Ozgokçe, di civîna Meclîsa Şaredariyê de li ser îdîayên têkildarî karên nelirê yên bi mîqdara bêhtirî 40 trîlyon lîreyên Tirk axivî. Şaredarê AKP’yî têkildarî vê nelirêtiya ji dehan trîlyonî got, “Li holê karên nelirê nînin, hin mirovan karê xwe nebaş bi kar anîye.”
Ozgokçe îdîayên li ser karên nelirê piştrast kirin, lê belê di heman demê de îdîa kir ku lêpirsîna li ser mijarê dewam dike, wezîfedarên kêmasiya wan heye ji wezîfeyê hatine girtin û ti elaqeya vê yekê bi wî re nîne.
ANF´ê ev karê nelirê eşkere kiribû
Piştî nûçeya Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) ya li ser karên nelirê yên bi mîqdara 49 trîlyon lîreyî ya Şaredarê Tûşbayê yê AKP’yî Fevzî Ozgokçe, civîna destpêkê ya meclîsa şaredariyê bi rageşî derbas bû. Di nûçeya behsa wê kirî de dihat ragihandin ku Midûrê Îmarê yê Şaredariya Tûşbayê ji wezîfeyê hatiye girtin, erdê kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê pêşkêşî encumenan hatiye kirin û encumenan jî plana îmarê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve hatiye amadekirin li gorî berjewendiyên xwe guhertine. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP’yî ev mijar xist rojeva civîna meclîsa şaredariyê.
Piştî ku endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP’yî Îsmet Tan û Necla Bakir mijar xistin rojevê, Şaredarê AKP’yî Fevzî Ozgokçe got, “Nûçeya karên nelirê tevî encumenên DBP’yî ji raya giştî re ragihandin. Em ê vê mijarê bibin ber destê dadgeriyê.”
Ozgokçe îdîa kir ku Midûrê Îmarê û hin kesan îmzeya wî bi kar anîye û tevlî karên nelirê bûne.
WAN