Muzeya mezin a ku ji bo nîşandana hêza împeryalîst a Meliktiya Yekbûyî li dinyayê li paytexta wê Londonê hatibû avakirin, niha dest bi propagandaya destêxweşûştina ji gunehên împeryalîst kiriye. Ew îdîa dike ku ew ji bo tesbîtkirina şûnwar û asarên talankirî bi rola xwe radibe. Kuratorê muzeyê St John Simpson pêşî bi bîr dixe çawa Talîbanan peykerên mezin ên Buda sala 2001´ê teqandin û gelek berhemên li Muzeya Neteweyî ya Efxanistanê talan kirine. Ew dibêje, gelek ji van berheman di ser Pakistanê re bi qaçaxî li seranserê dinyayê hatine belavkirin.

Lê bi dizîka rastiyê îfade dike; mesele behsa li ser bi dehhezaran asarî ye û heta tevî yên ji kolanên qaçax belkî sedhezar jî bin. Jixwe mirov talankirinên li Iraq û welatên din jî li hesabê xwe zêde bike, êdî tişteke mirov bibêje nîne. Ji van British Museumê heta niha di tesbîtkirina 2 hezar û 345´an de bi dewra xwe rabûye û ev li Efxanistan, Iraq û Ozbekistanê vegerandine. Lê berdêla vê jî desteser dike. Sermeselê, niha li muzeyê pêşangehek hatiye vekirin ku lê wê peyker û parçeyên ji ber peykerên serdema budîst ên bakur û rojhilatê Efxanistanê bên nîşandan. Heta dawiya Kanûnê muze wê van berhemên qaçaxçiyan firotî xelkê, nîşan bide û hîna nû piştre vegerîne Muzeya Neteweyî ya Efxanistanê ya li Kabîlê.

Axir hem jê dixwe, hem propagandaya başbûna xwe dike û hem jî dixwaze bi çendek asaran bi sedhezaran asarên dizî û gelek ji wan hîna jî li British Museumê tên nîşandan, bide jibîrkirin.

 

 LONDON